Ayeta kerîme ya
لِكَىْ لاَ يَكُونَ عَلَى الْمُؤْمِنِينَ حَرَجٌ فِى اَزْوَاجِ اَدْعِيَۤائِهِمْ
hukmeke şer’î û hikmeteke ‘emme yên gelek girîng û feydeyeke gelemperî ya hukmê vê qederê digire nav xwe. Li gorî vê ayete, dema yên mezin ji yên biçûk re bibêjin “kurê min” mîna meseleyên “zihar”ê ango ji hevjina xwe re bibêje “tu mîna diya min î” ne heram e ku heta ehkam bi wê bêne guherîn? Hem nêrîn û axaftina yên mezin a bi xelkên wan re û ya pêxemberan a bi umetên wan re ya mîna baban ji hêla wezîfeyên wan yên pêxemberîtiyê ne. Ne ji hêla kesayeta mirovî ve ye ku heta ne rewa be ku jinan ji wan bistînin.
Tebeqeya duyemîn ji vê ayetê vê fêm dikin:
Fermandarekî mezin bi şefqeteke mîna ya baban li xelkê xwe dinêre. Eger ew fermandar padîşahekî rûhanî yê ku zahirî û batinî wê demê be dilovaniya wî sed carî ji dilovaniya babî derbas bibe. Wê deme ferdên wî xelkê ku di bin fermana wî de ne dê bi çavê babî lê binêrin, her wekî zarokên wî yên rastî… Lê belê nêrîna bavî venaguhere nêrîna mêrî û nêrîna qîzê jî bi awayekî hêsanî nabe nêrîna jinê. Ji ber vê çendê li gorî fikr û ramana xelkê ku pêxember qîzên bawermendan bistîne ne li gorî wê sirê ye; lewma Qur’an bi mebesta ku wê wehmê ji holê rake holê dibêje: “Pêxember li ser dilovaniya Xwedê şefqetê li we dike, muameleyeke bavîtiyê bi we re dike. Û li ser navê pêxemberîtiyê hûn mîna zaroyên wî ne. Bes, ji aliyê kesayeta xwe ya mirovî ve ne bavê we ye ku heta nekare jina ji we bistîne û jinstandina wî ne minasib be. Û ku ji we re “kurê min” bibêje ji aliyê ehkamê şerîetê ve hûn nabin zarokên wî.?
اَلْبَاقِى هُوَ الْبَاقِى
Seîdê Nûrsî