ÎTÎRAZEKE DUYEM A BIÇÛK YA ŞEYTÊN
Wê dema ku min ev ayetên sûretê
قۤ وَالْقُرْاٰنِ الْمَجِيدِ
مَا يَلْفِظُ مِنْ قَوْلٍ اِلاَّ لَدَيْهِ رَقِيبٌ عَتِيدٌ * وَجَۤاءَتْ سَكْرَةُ الْمَوْتِ بِالْحَقِّ ذٰلِكَ مَا كُنْتَ مِنْهُ تَحِيدُ * وَنُفِخَ فِى الصُّورِ ذٰلِكَ يَوْمُ الْوَعِيدِ * وَجَۤاءَتْ كُلُّ نَفْسٍ مَعَهَا سَۤائِقٌ وَشَهِيدٌ * لَقَدْ كُنْتَ فِى غَفْلَةٍ مِنْ هٰذَا فَكَشَفْنَا عَنْكَ غِطَۤاءَكَ فَبَصَرُكَ الْيَوْمَ حَدِيدٌ * وَقَالَ قَرِينُهُ هٰذَا مَا لَدَىَّ عَتِيدٌ * اَلْقِيَا فِى جَهَنَّمَ كُلَّ كَفَّارٍ عَنِيدٍ
dixwend, Şeytên got ku:
“Hûn rewanbêjiya (fesaheta) herî girîng ya Qur’anê di herikbarî û (selaseta) û aşkerebûna (wuzûh) wê de dibînin. Hal bi hal di vê ayetê de ji ku derê xwe diavêje ku derê. Ji sekeratê xwe diavêje ta qiyametê, ji nefxa sûrê diçe dawiya muhasebeyê û ji wê behsa ketina nava dojehê dike. Di vê “diserde-qevaztina” ecêb de çi herikbarî dimîne. Di pirtirîn derên Qur’anê de meseleyê holê ji hev dûr têne cem hev. Di rewşeke bi vî rengî nelirê (bêmunasebet) de herikbarî û fesahet li ku dimîne?
Bersiv: Girîngtirîn esasa î’caza Qur’ana Mucîzûl’beyan piştî belaxeta wê îcaza wê ye. Îcaz, esasa herî metîn û herî girîng ya î’caza Qur’anê ye. Di Qur’ana Hekîm de ev îcaza mu’cîzane ewqas gelek û ewqas spehî ye ku kesên lêkolîner di pêşberî wê de di nava heyretê de ne: