Mektûba Bîst û Şeşemîn
“Ev Nameya ku ji Bîst û Şeşê pêk tê ji çar beşan a ku pêwendiya wan bi hev re nîne”
Beşa ewil
بِاسْمِهِ سُبْحَانَهُ
وَاِنْ مِنْ شَىْءٍ اِلاَّ يُسَبِّحُ بِحَمْدِهِ
بِسْمِ اللّٰهِ الرَّحْمٰنِ الرَّحِيمِ
وَاِمَّا يَنْزَغَنَّكَ مِنَ الشَّيْطَانِ نَزْغٌ فَاسْتَعِذْ بِاللّٰهِ اِنَّهُ هُوَ السَّمِيعُ الْعَلِيمُ
Huccet-ul-Qur’an ele’ş-Şeytan we Hizbihî
Beşa ewil ku îblîsî zix dike, şeytanî dide sekinandin û li ehlê tuxyanê devî nade vekirin, diyardeyek e (waqi’e) ku di nav muhakemeyeke bêalî de fendeke ecêb ya şeytên red dike. Beriya niha bi deh salan min beşeke kurt ya wê diyardeyê di Lemeatê de nivîsî bû. Holê ku:
Beriya nivîsandina vê rîsaleyê bi yanzdeh salan, di Remezana Şerîf de, li Stenbolê, di mizgefta Bayezîdê de min li hafizan guhdarî dikir. Ji nişka ve, min şexsê wî nedît, bes bi min wisa hat ku her wekî ez dengekî manewî seh bikim, berê zêhna min da aliyê xwe. Bi xeyalî min guhdarî kir. Min lê nihêrî ji min re dibêje: