Vaye, guhdarîkirina mewlîd û mî’raca zatekî holê, ango sehkirina destpêk û dawiya bipêşdeçûna (terekkiyat) Wî, zanîna tarîxçeya jiyana Wî ya manewi, ji wan bawermendên ku ew zat ji xwe re wek serok, seyîd, îmam, mehdervan qebûl kirine musamereyeke çiqas bilind ya dînî ya xweş, sedema îftîxarê, nûranî û şên e, fêm bike
Ya Reb! Bi hurmeta Hebîbê Ekrem (Eleyhîsselatû Wesselam) û bi heqê îsmê e’zem dilê yên vê rîsaleyê neşr dikin û hevalên wan bigihîjîne enwarê îmanê û qelema wan ji esrarê Qur’anê re bike belavker û îstîqameta li ser siratê mûsteqîmê bide wan. Amîn.
سُبْحَانَكَ لاَعِلْمَ لَنَۤا اِلاَّ مَا عَلَّمْتَنَا اِنَّكَ اَنْتَ الْعَلِيمُ الْحَكِيمُ
Seîdê Nûrsî
MEKTÛBA BÎST Û PÊNCEMÎN
Li ser bîst û pênc nukteyên bîst û pênc ayetên Yasînê Şerif ê, ji rehmeta îlahî hat xwastin ku were nivisandin, ji ber ku hê dema wê nehatibû nehat nivîsandin.