Zeyla Ewil Ya Nameya Bîst û Çarê
بِاسْمِهِ سُبْحَانَه
وَاِنْ مِنْ شَىْءٍ اِلاَّ يُسَبِّحُ بِحَمْدِهِ
بِسْمِ اللّٰهِ الرَّحْمٰنِ الرَّحِيمِ
قُلْ مَا يَعْبَؤُا بِكُمْ رَبِّى لَوْلاَ دُعَۤاؤُكُمْ
Ango: Li pênc nukteyên vê ayeta ku wateya wê ev e, “Gelî mirovan! Eger duaya we nebe, çi girîngiya we heye?” guhdarî bike:
NUKTEYA EWIL: Dua razeke mezin ya ubûdiyetê ye. Teqez di şûna giyanê ubûdiyetê de ye. Wek çawa me di gelek deran de bi bîr aniye, sê cûre dua hene:
Cûreyê ewil yê duayê: Duaya ku bi zimanê îstîdadê (behreya ku ji zikmakî hatiye bidestxistin) têt kirin ku; hemû dexl û zad û tov bi zimanê îstîdadê ji bo Fatirê Hekîm duayê dikin ku: (holê dibêjin, ya Reb) “Werarbûnê (neşwûnemayê) bide me û heqîqeta me ya biçûk bike sinbil û wergerîne heqîqeta mezin ya darê, da ku em nexşên navên (esma) Te bi awayekî bikitekit nîşan bidin.”
Hem jî duayeke din ya ji cûreyê zimanê îstîtadê ev e ku: Civîna sebeban duayeke îcada mûsebbeban e. Ango: Sebeb rewşekê digrin ser xwe ku ew rewş dikeve şûna lîsanê hal û mûsebbebî ji Qedîrê Zulcelal dixwazin. Wek mînak: Av, tîn, ax û ronayî li dora dendikê dikevin rewşekê ku ew rewş zimanekî duayê ye ku holê dibêjin: “Ya Xaliqê me, vê dendikê bike dar!” Lewra ew dara ku mucîzeyeke bêhempa ya qudretê ye, nayê spartin bo maddeyên bêhiş, bêcan û besît, spartina wan muhal e. Nexwe civîna sebeban cûreyeke duayê ye.