Mektûba Bîst û Çaremîn
بِسْمِ اللّٰهِ الرَّحْمٰنِ الرَّحٖيمِ
* يَفْعَلُ اللّٰهُ مَا يَشَٓاءُ
يَحْكُمُ مَا يُرٖيدُ
Pirs: Ji navên Xwedê yên mezin ên wek Rehîm, Hekîm û Wedûd ku terbiyeya pir bi şefqet (şefqetperwerane), tedbîra li gorî meslehetê (meslehetkarane) û teltîfa li ser esasê hezjêkirinê pêwist dikin, çawa û bi çi awayî bi mirin û edem û zewal û fîraq û mûsîbet û meşeqeta (hêwilnak) mûdhîş û biwehşet re li hev dikin? De bila, mirov ji ber ku diçe bextewariya sermedî, em çûna wî ya di rêya mirinê de li xwe xweş bibînin. Lêbelê, ev cûreyên dar û riwekên candar yên nazik û nazenîn û kulîlkên wan û taîfeyên ajalan yên layiqî wicûdê û evîndarê jiyanê û muştaqê beqayê tim û tim û bêyî ku yek bête jibîrkirin têne tunekirin û bi lezeke zêde ya ku nahêlin çavê xwe vekin têne îdamkirin û nahêlin bêhna xwe bidin bi meşeqet têne xebitandin û bêyî ku yek ji wan rehet were hêlan bi karesatan têne guherîn û bêyî ku yek tenê jî bimîne têne mirandin û yek ji wan ranaweste diçin zewalê û bêyî ku yek ji wan memnûn bûbe ji hev vediqetin; (ka di vê çendê de) çi şefqet û çi merhemet, çi hikmet û çi meslehet heye; kîjan lutf û merhemet bi cî dibe?
Bersiv: Em ê hewl bidin ku bi pênc remzên ku sedema wê û pêwistiya wê nîşan dide û bi pênc îşaretên ku mebest û feydeyên wê nîşan dide ji dûr ve li vê heqîqeta mezin ya vê pirsê çareser dike ku gelek fireh, gelek kûr û gelek bilind e, bidin nihêrtin.