Mektûba Bîst û Sêyemîn
بِاسْمِهِ سُبْحَانَهُ
وَاِنْ مِنْ شَىْءٍ اِلاَّ يُسَبِّحُ بِحَمْدِهِ
اَلسَّلاَمُ عَلَيْكُمْ وَرَحْمَةُ اللّٰهِ وَبَرَكَاتُهُ اَبَدًا بِعَدَدِ عَاشِرَاتِ دَقَۤائِقِ عُمْرِكَ وَذَرَّاتِ وُجُودِكَ
Birayê Min ê ‘Ezîz, Xîretmend, Cidî, Ehlê Heqîqetê, Xalis û Bîrewer!
Îxtîlafa zeman û mekanî ji sohbet û dostaniya kesên mîna me ku birayên hev yên heqîqet û axretê ne re, nabe asteng. Yek li rojhilatê be, yek li rojavayê be, yek di raboriyê de be, yek di dema dahatûyê de be jî li cem hev tên hisabê û dikarin sohbetê bikin. Xasma ew kesên ku hin mebestên wan hebin û di yek wezîfeyê de bin, di şûna hev de ne û weke hev in. Her sibe ez we li cem xwe tesewir dikim û beşeke qezenca xwe, sêyeka wê (Xwedê qebûl bike) didim we. Di diayê de hûn digel Evdilmecîd û Evdirehman in. Înşalleh hûn ê her dem bara xwe werbigirin. Hin pirsgirêkên we yên dinyayê, li ser navê te ez hinekê xemgîn kirim. Lêbelê madem dinya ne heta hetayê ye û di karesatan de xêr heye; kete ser dilê min ku ji dêl te ve ez bibêjim: “Yawo ev ê jî bibore.” Min
لَا عَيْشَ اِلاَّ عَيْشُ اْلاٰخِرَةِ
hizirand û ,
اِنَّا لِلّٰهِ وَاِنَّۤا اِلَيْهِ رَاجِعُونَ
xwend û got