Dawî
Derheqê Xiybetê de ye
بِاسْمِهِ
وَاِنْ مِنْ شَىْءٍ اِلاَّ يُسَبِّحُ بِحَمْدِهِ
Di meqama zem û zecrê ya di Nuqteya Pêncemîn ya di Şûaya Yekemîn ya di Şû’leya Yekemîn ya di Peyva Bîst û Pêncemîn de ayetekê bi tenê di şeş awayan de ji xiybetê dide nefretkirin. Ev bi temamî nîşan dide ka li gorî Qur’anê xiybet tiştekî çiqas xirab e û hewceyî bi beyanên din nehiştiye. Belê piştî beyana Qur’anê beyan çênabe; hewceyî jî pê nîne.
Va ye di ayeta
اَيُحِبُّ اَحَدُكُمْ اَنْ يَاْكُلَ لَحْمَ اَخِيهِ مَيْتًا
şeş dereceyan zemê zem dike bi şeş mertebeyan bi tundî xiybet/dereqê qedexe dike. Dema ev ayet bi temamî (bîlfîîl) berê xwe bide xiybetkerî wê demê wateya wê bi vê terzê dibe. Weha ye:
Wek tê zanîn, hemzeya serê ayetê di wateya pirsê “gelo”yê de ye. Ew wateya pirskirinê mîna avê dikeve hemû peyvên ayetê. Di her peyvekê de hukmeke wê ya veşarî (zimnî) heye.
Ha va ya yekemîn bi rêya hemzeyê dibêje: Gelo ma aqilê we yê ku cihê pirs û bersivê ye tune ye ku tişteke evqas kirêt fêm nake?
Ya duduyan: Bi gotina
يُحِبُّ
yê dibêje: Gelo dilê we yê ku cihê hezkirin û nefretkirinê ye xirab bûye ku ji karê ku herî menfûr e hez dike?