Mektûba Şeşemîn
بِاسْمِهِ سُبْحَانَهُ
وَاِنْ مِنْ شَىْءٍ اِلاَّ يُسَبِّحُ بِحَمْدِهِ
سَلاَمُ اللّٰهِ وَرَحْمَتُهُ وَبَرَكَاتُهُ عَلَيْكُمَا وَعَلٰى اِخْوَانِكُمَا مَادَامَ الْمَلَوَانِ وَتَعَاقَبَ الْعَصْرَانِ وَمَادَامَ الْقَمَرَانِ وَاسْتَقْبَلَ الْفَرْقَدَانِ
Birayên min xîretkêş, hevalên min ên hemiyetkar û yên di vî welatê biyanî (yê ku) jê re dinya tê gotin (de) sedema xemrevînên min,
Madem Cenabê Heq hûn kirine behredarê wateyên ramanên min yên ji aliyê Wî ve bo min hatine dayin, elbet mafê we heye ku hûn bibin behredarê hestên min jî. Ji ber ku ez naxwazim we xemgîn bikim ez ê di ser beşa zêde ya elema veqetîna xwe ya xerîbiyê de biqevêzim û ez ê çîroka beşekê ji we re vebêjim. Ango wiha:
Ev du sê meh in ez bi yekcarî tenê mam. Carcaran, di nav panzdeh bîst rojan de carekê mêvanekî min tê. Di demên din de ez bi tena serê xwe me. Hem ev nêzî bîst rojan e ku çiyagerên nêzî min tune ne, belav bûne.
Va ye dem şev e, di çiyayê xerîbane de, bêdeng, tenê, di nav xuşîna xemgîn ya daran de. Min xwe di nav pênc xerîbiyên cur bi cur ên di nava hev de dît.