Mektûba Bîst û Duyemîn
بِاسْمِهِ سُبْحَانَهُ
وَ اِنْ مِنْ شَىْءٍ اِلَّا يُسَبِّحُ بِحَمْدِهٖ
Ev name du beş in. Beşa yekemîn bawermendan vedixwîne biratî û hezkirinê.
Beşa Yekemîn
بِسْمِ اللّٰهِ الرَّحْمٰنِ الرَّحٖيمِ
اِنَّمَا الْمُؤْمِنُونَ اِخْوَةٌ فَاَصْلِحُوا بَيْنَ اَخَوَيْكُمْ
اِدْفَعْ بِالَّتِى هِىَ اَحْسَنُ فَاِذَا الَّذِى بَيْنَكَ وَبَيْنَهُ عَدَاوَةٌ كَاَنَّهُ وَلِى ٌّ حَمِيمٌ
وَالْكَاظِمٖينَ الْغَيْظَ وَالْعَافٖينَ عَنِ النَّاسِ وَاللّٰهُ يُحِبُّ الْمُحْسِنٖينَ
Alîgiriya ku di nav bawermendan de dibe sedema nîfaq û lihevnekirin û kîn û neyariyê; her weha rik û çavnebarî ji hêla heqîqetê ve, ji hêla hikmetê ve, ji hêla Îslamiyeta ku mirovahiya mezin e ve, ji hêla jiyana şexsî ve, ji hêla jiyana civakî ve û ji hêla jiyana manewî ve sik e û hatiye redkirin û ziyandar e û zulm e û ji jiyana mirovan re jehr e.
Em ê ji nav wan pir wechên rastiyê şeşan jê beyan bikin: