mezin yên mîna guherîna demsalan têne kirin.. eger evana bo wehdetê werin dayîn wê demê ew Sultanê Ezel leşkerekî xwe yê mîna Dinyayê ji bo wê weziyet û wê encamê li ser wan stêrên bilind (ecramê ulwî) wek fermandar tayîn dike. Wê demê piştî ku Dinyayê ew ferman wergirt, ji keyfa fermenberiyê mîna mewlewîkî radibe reqs û semayê; bi lêçûneke (mesref) hindik ew weziyet hasil dibe, ew encama girîng çêdibe. Eger ji Dinyayê re were gotin ku: “Raweste, tu têkil mebe!” û bidestxistina wê encam û wê weziyetê jî ji esmanan re were spartin, ji wehdetê here kesret û şirkê, wê demê pêwîst e ku her roj, her sal bi milyonan stêrên ku hezar qatî ji Dinyayê mezintir bide hereket kirin û qûnaxa (mesafe) milyaran salî di bîst û çar demjimêran de û di salekê de bide ber xwe.
Netîceya Meramê: Qur’an û ehlê îmanê van mesnû’atên bêhed û bê hesap didin Sani’ekî Wahid. Her karî rasteras dispêrin Wî. Di rêyeke hêsan ya di dereceya wicûbê de dimeşin. Û ehlê şirk û tuxyanê mesnû’ekî tenê dispêrin sebebên bêhed û bêhesap û di rêyeke zor ya di dereceya nemimkun de dimeşin. Nexwe, di rêya Qur’anê de hemû mesnû’at û di rêya delaletê de yek mesnû’ beramber in. Heta, derketina hemû tiştan ya ji wahidî, derketina wahidî ya ji tiştên bêhed û bêhesap hêsantir e. Wek çawa fermandarek tedbîra hezar leşkerî mîna leşkerekî hêsan dike; eger tedbîra leşkerekî bo hezar fermandarî were hewalekirin mîna hezar leşkeran zehmet dibe û dibe sedema kêşmekêşiyê.
Vaye ev ayeta mezin vê heqîqeta he li serê ehlê şirkê dide, difelişîne.