mîsoger hatiye îsbatkirin ku êdî hewceyî bi beyaneke din nahêle. Wan herdu Peyvan di qet’iyeta wek çawa tava ku çûyî ava sibê dê dîsa hilavêje; îsbat kirine ku ev jiyana ku tava manewî ya vê dinyayê ye jî dê piştî çûn-avaya wê ya bi xirabûna dinyayê di sibeha heşrê de, di awayekî baqî de hilavêje. Dê beşeke cin û însan bexteyariya ebedî bibînin, beşeke din jî dê bedbextiya ebedî (şeqaweta ebedî) bibînin. Madem Peyvên Dehemîn û Bîst û Nehemîn ev heqîqeta hanê tam îsbat kirine, em ê gotinê ji wan re berdin û holê bibêjin ku: Wek çawa di beyanatên derbasbûyî de bi mîsogerî hatiye îsbat kirin ku: Sani’ê Hekîmê vê gerdûnê û Xaliqê Rehîmê van mirovan ku xwediyê ilmeke mûhît, îradeyeke kullî ya bêhed û bêhesab û qudreteke mutleq e, bi hemû kitêb û fermanên xwe yên ji esmanan hatîn (semawî) ji mirovên ehlê îmanê re soza Bihiştê û ya seadeta ebedî daye. Madem soz daye helbet wê bike. Çimkî nemimkun e ku ew soza xwe bi cih neyne. Çimkî kamasiyeke gelek sik e ku yek soza xwe bi cî neyne. Kamilê Mutleq ji kêmasiyê munezeh û muqedes e. Bicihneînana sozê yan ji nezanînê tê yan jî ji bêhêziyê (eczê) tê. Hal bi hal ji ber ku ji Qedîrê Mutleq û Alimê Kullî Şey’ re nezanîn û bêhêzî nemimkun e, bicihneînana sozê jî nemimkun e. Hem di serî de Fexrê Alem Eleyhîsselat û Wesselam hemû ewliya, esfiya û ehlê îmanê ser hev ji wî Rehîmê Kerîm î ricaya seadeta ebedî ya ku wî soz dabû dikin û laveyan jê dikin, jê niyaz dikin û jê dixwazin. Hem bi hemû esmaya husnayê dixwazin. Çimkî di serî de şefqet û rehmet û edalet û hikmeta Wî û navên Wî yên mîna Rehman û Rehîm û Adil û Hekîm û rubûbiyet û selteneta Wî û navên Wî yên Rebb û Ellah hemû navên Wî yên pîroz (esmayê husna) axret û seadeta ebedî dixwazin û şahidên pêkhatina wê ne û delîlên wê ne. Heta, -wek çawa di Peyva Dehemîn de hatiye îsbatkirin- hemû mewcûdat bi hemû heqîqetên xwe ve axretê nîşan didin.
Hem Qur’ana Hekîm, ku fermana mezin e, bi hemû ayat û beyînatên xwe ve û bi delîlên sadiq yên qet’î wê heqîqetê destnîşan dikin û talîm dikin. Û Hebîbê Ekrem ku sedema îftîxara mirovan e (mabîhî îftîxar e) bi hemû mucîzeyên xwe yên eşkere ve, di hemû heyata xwe de, bi hemû hêza xwe ve dersa wê heqîqetê daye, îsbat û îlan kiriye û dîtiye û destnîşan kiriye.