Mektûba Pêncemîn
بِاسْمِهِ سُبْحَانَهُ
وَاِنْ مِنْ شَىْءٍ اِلاَّ يُسَبِّحُ بِحَمْدِهِ
Îmamê rebbanî (R.E) ku leheng û tîrêjeke zencîra Neqşî ye, di Mektûbata xwe de dibêje: “Ez înkîşafa meseleyeke heqîqetên îmanê di sed hezaran ezwaq, mewacîd û kerametan re digrim.” 1
Hem gotiye: “Niqteya dawî ya hemû terîqan vebûn, geşbûn û aşkerebûna heqîqetên îmanê ne.” 2
Hem gotiye: “Welîtî sê beş in; yek welîtiya biçûk e ku welîtiya meşhûr e, yek welîtiya navîn e, yek jî welîtiya mezin e. (Heçî) welîtiya mezin e, ew e ku bi rêya weraseta pêxemberiyê, bêyî ku bikeve berzexa tasawwûfê, rasterast rêyê ji heqîqetê re veke.” 3
Hem gotiye: “Di Terîqa Neqşî de bi du baskan silûk tête kirin.” Ango bi awayekî saxlem baweriyê bi heqîqetên îmanê bîne û ferzên dînî bi cih bîne.” Di van her du baskan de kêmasî hebe mirov nikare di wê rêyê de here.” 4
Nexwe, sê perdeyên terîqa Neqşî hene:
Ya yekemîn û ya herî mezin ew e ku mirov rasterast ji heqîqetên îmanê re xizmetê bike, ku Îmamê rebbanî jî di dawiya temenê xwe de di wê rêyê de çûye.
Duyemîn: Di bin perdeya terîqetê de ji ferzên dînî re û ji Sunneta Seniye re xizmetê bike.