Bi kurtasî: Sani’ê Qedîr her tiştî bêyî zehmetî, bêyî mualece, bilez û hêsanî, di wî awayê ku layiqî Wî ye de diafirîne. Belê kê giştik (kulliyat) û esmanan afirandî be, helbet yê parçeyan (cuz’îyat) û ferdên candaran jî afirandî dîsa ew e û ji xeynî wî kes nabe. Çimkî ew parçeyan (cuz’îyat) mêwe û dendik û mînakê biçûk yên wê giştikê (kulliyat) ne. Hem kê ew parçeyan (cuz’îyat) îcad kirî kî be, yê ew hêmanên ku ew parçeyan (cuz’îyat) dorpêçkirî û (her wiha yê) esmanan û erd jî afirandî ew e. Çimkî em dibînin ku her yek ji parçeyan (cuz’îyat) nisbet giştikê (kulliyat) di hukmê dendikek û nusxekî biçûk de ye. Madem wisa ye pêwist e di destê wî zatê ku ew perçe (cuz’î) afirandî de çiqas hêmanên heyî (anasirê kulliye) û esmanan û erd hebin. Daku karibe bi distûrên hikmeta xwe û pîvanên zanyariya xwe puxte (xulase) û mane û nimûneyên wê mewcûdata kullî û berfireh (mûhît) bixe nava wan perçeyên (cuz’îyat) ku di hukmê nimûneyên biçûk de ne. Belê, perçeyan (cuz’îyat) ji hêla ecayîbiya sen’et û afirandinê ve ji giştikê (kulliyat) ne bi şûn de ne; kulîlk ji stêran ne kêmtir in, dendik ne kêmî daran e; heta dara manewî ya neqşa qederê ya di dendikê de ye, ji dara mucesem a sen’etê qudretê ya di baxî de ye ecêbtir e. Û afirandina însên ji afirandima alemê ecêbtir e. Wek çawa, eger li ser cewhera ferdekî bi zereyên esîrê(***) Qur’aneke hikmetê bête nivîsîn dibe ku (ew Qur’aneke hikmetê) ji aliyê qîmetê ve ji Qur’aneke ezametê ya bi stêran li ser rûyê esmanan nivîsandî seretir be. Eynen welê; gelek perçe (cuz’îyat) hene, ji hêla mucîzeya sen’etê ve li ser giştikê (kulliyat) re ne.
Pêncemîn: Me di beyanatên xwe yên beriya niha de hinkê behsa hêsaniya bêhed û bêhesap ya ku di îcada aferîdeyî de xuya dike û lezîtiya di wê de û leza gelek zêde ya kiryaran (ef’al) û raz û hikmetên ku tişt bi vê hêsaniya gelek zêde tên îcadkirin. Vaye ev heyîna tiştan (wicûda eşya) ya bi vê lez û hêsaniya bêhed û bêhesap qenaeteke mîsoger ya holê dide ehlê hîdayetê ku: Nisbet qudreta wî zatê ku ev aferîde îcad kirine Bihişt bi qasî biharan, biharan bi qasî bexçeyan hêsan e. Li gorî raza .
مَا خَلْقُكُمْ وَلاَ بَعْثُكُمْ اِلاَّ كَنَفْسٍ وَاحِدَةٍ
heşr û neşra mirovan