gelek qet’î û bivenevê delîla vîneke kullî ya Sani’î dike ku bi wê vînê her tiştên wî tiştî texsîs dike. Û bi wê vînê şeklekî cihê û taybet dide her parçeyeke wê, her wesleyeke wê, her beşeke wê; weziyeteke lê dike.
Bi kurtasî: Di tiştan de.. wek mînak ew wesleyên girîng yên di ajalan de ne ji hêla esasan û encaman ve dişibin hev, ji hev re guncan in û dexmeyeke tenê ya wehdetê nîşan didin. Wek çawa eva hanê bi awayekî mîsoger dibe delîl ku Sani’ê hemû ajalan yek e, wahid e, ehed e; eynen welê teşexusên cihê cihê yên wan ajalan û xuyabûn (teeyûn) û xwenîşandanên (temeyûz) bihikmet yên cihê cihê yên di rûyê wan de dibin delîl ku Sani’ê Wahidê wana failê muxtar e, biîrade ye, tişta bixwaze dike, tişta nexwaze nake, bi qesd û îrade dike.
Madem bi qasî hejmara mewcûdatî, heta bi qasî hejmara karên wan (şuûnat) delîl û şahidên ilmê Xwedê û îradeya rebbanî hene, helbet înkara beşeke feylesofan ya îradeya Xwedê, înkara beşeke ehlê bîd?eyê ya qederê, îdîaya beşeke ehlê dellaletê ya ku haya wan ji cuz’iyatê nînin û ya ku xwezaperest beşeke mewcûdatê dispêrin xweza û sebeban, (tim evên hanê) dereweke wusa qat qat e ku bi qasî hejmara mewcûdatê ye û (dîsa) dînîtiyeke delaletê ya qat qat e ku bi qasî karên mewcûdatê ye. Çimkî ew kesê ku şahidên bêhedû bê hesap yên rast derewkar derxîne ew kes dereweke bêhed û bêhesap dike.
Vaye, ku di wan karên ku bi vîna Xwedê (meşîeta îlahî) çêdibin de li dewsa “înşalleh, maşalleh”, “tabîî, tabîî” bête gotin çiqas şaşî ye û çiqas dijê rastiyê ye, (hûn) qiyas bikin.
Kelamê dehemîn:
وَهُوَ عَلٰى كُلِّ شَىْءٍ قَدِيرٌ
Ango, tu tişt lê giran nayê. Di daîreya îmkanê de çiqas tişt hene bi awayekî gelek hêsan dikare wicûd li wan were kirin û jê re ewqas hêsan û rehet e ku li gorî raza
اِنَّمَۤا اَمْرُهُۤ اِذَۤا اَرَادَ شَيْئًا...الخ
heçku hema fermanê dide; tête kirin. Wek çawa sen’etkarekî gelek mahir hebe, ew sen’etkar bi awayekî gelek hêsan,