bi hêsaniyeke heyret-bexş, bêzehmetî, bêşemate, di demeke kin de, bes bi awayekî mucîze tê îcadkirin. Nexwe ilmekî bêhed û bêhesap heye ku bihêsaniyeke (holê) zêde tê kirin. û herwekî wê, mîna wan îşaretên navborî bihezaran îşaretên rast hene ku ev Zatê ku di vê gerdûnê de teserrufê dike ilmekî Wî yê ku her der dorpêç kirî (muhît) heye û her tiştî bi hemû karên wê ve dizane, paşê çêdike. Madem ilmekî holê yê Xwediyê vê gerdûnê heye, helbet (ew Xwedî) mirovan û emelên mirovan dibîne û (her wiha) dizane ku mirov layiq û musteheqê çi ne; li gorî pêwistiya hikmet û rehmetê bi wan re muameleyê dike û wê bike jî.
Ey însan! Hişê xwe bîne serê xwe, dêhna xwe bidiyê, Zatekî çawa te dibîne û li te dinêre, bizanibe, hişyar be!
Eger bête gotin ku: ‹lim bi tenê ne bes e, vîn (îrade) jî pêwist e, vîn nebe, ilim têr nake.
Bersiv: Wek çawa hemû mewcûdat dibin delîl û şahidê ilmekî berfireh, eynen welê, dibin delîla vînek kullî (îradeya kullî) ya xwediyê wî ilmê berfireh jî. Holê ku: Ji her tiştekî re, xasma ji her candarekî re (ku ewana) di nav gelek îhtîmalên têkilîhev û nediyar de bi ihtimaleke mueyen, di nav gelek rêyên bêencam de bi rêyek biencam û di nav gelek îmkanan de bêqerar mayî de teşexuseke gelek birêkûpêk tê dayîn; eva hanê ji gelek aliyan ve vîneke umûmî nîşan dide. Çimkî di nav îmkan û îhtîmalên bêhedû bêhesap yên wicûda her tiştî dorpêçkirî de, di rêyên bêfeyde û bêencam de û ji hêmanên (unsur) bêcan yên tevlihev û yeknesak mîna lehiyê bêpîvan diherike de, ew şeklê bipîvan û ev teşexusa birêkûpêk ku bi pîvaneke hesas û nazik û bi întîzameke gelek hûr û bi nîzameke nazenîn tê dayîn bivênevê û bi eşkereyî nîşan dide ku eva hanê esera vîneke kulî ye. Çimkî di nav wan weziyetên bêhed û bêhesap de bijartina vê weziyetê bi texsîsekê, bi tercîhekê, bi qesd û îradeyekê, bi qerarekê bi daxwazekê dibe. Helbet texsîs texsîskerekî dixwaze; tercîh tercîhkerekî dixwaze. Texsîsker û tercîhker jî vîn e/îrade ye. Wek mînak; wicûda însên ku mîna makîneyeke ku xwediyê sedan cîhaz û aletên cur be cur e ji dilopeke av; çûkek ku bi sedan wesleyên wê yên cur be cur hene ji hêkeke ji rêzê; û darek ku bi sedan beşên wê yên cur be cur hene ji dendikeke besît tête îcat kirin; (eva hanê) wek çawa şahdebûna qudret û ilmî dikin, eynen welê bi awayekî