Û ji bo hebûna Sani‘ delîlên nûrweşanin em
Hem ji bo wehdetê, hem ji bo qudretê şahid in em.
Bi hezaran çavên hûrebîn in em Haşiye
Ku seyr dikin li van mucîzeyên nazenîn ên ku rûyê zemîn xemilandî, mîna seyrana melekan.
Û li zemîn dinêrin ji asmanan, bala xwe didin cenetê em.
Ew mêweyên pir xweşik in em
Ku bi destê hikmetê yê Cemîlekî Zulcelal
Ji tûbaya xilqetê bi guliyê asman
û bi şaxê kakişînê ve hatiye aliqandin.
Her yek ji me, ji xelkê asîmanan ra
mizgeftek seyar, xaniyek dewwar, hêlînek bilind
çirayek ronîdar, keştiyek qewîn û teyare ne.
Her yek ji me, ji Qadîrek Zulkemal û Hakimek Zulcelal ra
mucîzeyek qudretê, hunerek xarîqe yê xilqetê
hikmetek bêhempa, xilqetek bêhemta û ‘alemeke nûrê ye.
Wisa bi sedhezar zimanan, nîşan didin sedhezar delîlan
Ji yê ku însan e, didin sehkirin em.
Birjê çavê yê bêdîn, êdî nabîne rengê me
nabihîze dengê me, ayetên heqbêjin em.
Mohra me yek, tuxra me yek, tesbîhkarê Rebbê xwe ne em, zikrê dikin ‘abidane
Her yek ji me meczûbekî xeleka mezin ya kakişînê ye.
اَلْبَاقِى هُوَ الْبَاقِى
Seîdê Nûrsî