Ya Duyemîn: Ew gotina (xweş a) di derheqê Terîqa Neqşî de ya
“Der terîqê neqşîbendî lazim amed çarî terk:
Terka dinya, terka uqba, terka hestî, terka terk”
ji nişka ve hate bîra min. Bi wê bîranînê re ev gotina ha bi carekê derket holê:
“Der terîqa eczîmendî lazim amed çar-çîz:
Feqra mutleq, ecza mutleq, şukra mutleq, şewqa mutleq ey ezîz!”
Paşê ew helbesta ku te nivîsandî ya rengîn û zengîn ya “ka li rûpelên rengîn yên kitêba gerdûnê binêre… heta taliyê” hate bîra min. Digel wê helbestê min li stêrên asîmên nihêrî. Min got, “xwezîka ez helbestvan bûma û min ev temam bikira.” Her çiqas ez di derbarê helbest û nezmê de nejêhatî bim jî, dîsa min dest pê kir; lê min nekarî bikim nezm û helbest. Hema çawa hatibe ser dilê min, min welê nivîsand. Ji ber ku tu mîratxurê min î, eger te bivê bikî nezm, sererast bike. Va ye, ya ji nişka ve hatiye bîra min ev e:
Guh bidin stêran, vê xutbeya şêrîn
Binêre, hikmetê çi teqrîr kiriye, nameya nûrîn.
Hemî hatine ziman, dibêjin bi zimanê heq:
Ji bo xeşmeta selteneta Qadirekî Zulcelal,