Kelamê duyemîn:
وَحْدَهُ
Vaye ev peyv mertebeyeke tewhîdê ya aşîkar nîşan dide. Em ê burhaneke gelek bihêz ya ku vê mertebeyê jî dipeyitîne (îsbat dike) holê destnîşan bikin ku:
Dema em çavê xwe vedikin û berê xwe didin rûyê gerdûnê tişta ku serê pêşî li ber çavê me dikeve sazûmaneke tevayî (amm) û têkûz e, pîvaneke şamîl û hesas e; em dibînin. Her tişt di nav nîzameke rêkûpêk, di pîvaneke hesas de ye. Ku mirov hinkê bêhtir bala xwe bide ser, dê tenzîm û tewzîniyeke nû bikeve ber çavê mirov. Ango yek bi rêkûpêk wê nîzamê diguhere û bi pîvan wê mîzanê nû dike. Her tişt modelek e û sûretên gelek mûntezem û bipîvan lê dike. Ku mirov hê bêhtir bala xwe bidiyê di bin wê tenzîm û tewzînê de hikmet û dadweriyek xuya dike. Di her tevgerekê da hikmet û meslehetek (karekî girîng) heye û li wan tête nihêrîn; heqek, faydeyek tête şopandin. Ku mirov hîn bêhtir bala xwe bide ser da, dê bibîne ku di nav fealiyeteke gelek hekîmane de karînekê (qudret) heye û cilweya îlmeke wisa heye ku her tiştî û her karî dorpêç dike. Nexwe, ev nîzam û mîzana ku di hemû mewcûdatê de ye tenzîm û tewzîneke tevahî (umûmî); û ew tenzîm û tewzîn jî hikmet û dadmendiyeke tevahî; û ew hikmet û dadmendî jî karînekê (qudret) zanyariyekê radixe ber çavên me. Nexwe aqil di pişt van perdeyan de yekî ku Qedîrê Kullî Şey’e û Alimê Kullî Şey’e dibîne.
Hem em li destpêk û dawiya her tiştî dinêrin ; xasma di cûreyên candaran de em dibînin ku despêka wan, esl û kok û mêwe û encamên wan di awayekî welê de ne ku heçko tovên wan û eslên wan di şiklê tarîfe û bernameyekê de cîhazên wan hemû mewcûdan dihundirîne. Û di encam û mêweya wan de jî dîsa maneya wan hemû candaran disefe û di wan de kom dibe, biyografiya xwe ji wan re dihêle. Em mêweyên wan di şûna fehresteyeke ewamirê îcadiye (karên ku hatiyîn wicûdê) de dibînin.