Mektûba Çaremîn
بِاسْمِهِ سُبْحَانَهُ
وَاِنْ مِنْ شَىْءٍ اِلاَّ يُسَبِّحُ بِحَمْدِهِ
سَلاَمُ اللّٰهِ وَرَحْمَتُهُ وَبَرَكَاتُهُ عَلَيْكُمْ وَعَلٰى اِخْوَانِكُمْ لاَسِيَّمَا... اِلٰى اٰخِرِهِ
Birayên min ên ezîz!
Ez niha li ser gireke (gelek) bilind yê Çiyayê Çamê, li derekê me ku ew jî li ser dareke mezin ya çamê ye. Min xwe ji mirovan daye alî û min hevaltî û dostaniya ajalên wehşî kiriye. Dema min xwest ku ez bi mirovan re sohbetê bikim, ez bi xeyalî we li cem xwe dibînim û sebra min bi we tê… Eger astengiyek dernekeve ez dixwazim mehek an du mehan bi tenê li vir bimînim. Gava ku ez vegerim Barlayê, li ser daxwaza te ez ê li çareyekê bigerim ku em hevdîtinek û sohbeteke rûbirû bi hev re bikin, ku ez ji te bêhtir muştaqê wê çendê me. Ez niha li ser dara çamê du-sê bîranînên xwe yên ku hatine bîra min dinivîsim.
Ya Yekemîn: Razeke welê ye ku hinekî mehrem e; lê belê raz ji te nayê veşartin. Holê ku:
Wek çawa beşeke ehlê heqîqetê mezherê navê Wedûd in û di mertebeya herî mezin de, bi cilweya wî navî, bi pencereyên mewcûdatê li Wacibulwicûd dinêrin; eynen welê jî, ji vî birayê we yê ku hîç ender hîç re, di dema xizmeta Qur’anê de, di wê dema ku delaliya wê xezîneya bênîhaye dikir de rewşeke welê jê re hatibû dayîn ku mezherê navên Rehîm û Hekîm bibe. Hemû Peyv tev de cîlweyên wê mezheriyetê ne. Înşallah ew Peyv mezherê raza
وَمَنْ يُؤْتَ الْحِكْمَةَ فَقَدْ اُوتِىَ خَيْرًا كَثِيرًا
ê ne.