Kelamê seyemîn:
لٰا شَرِيكَ لَهُ
Yanê wek çawa di ulûhiyeta Wî de û di selteneta Wî de hevparê Wî tune, Xwedê yek e, ji yekî zêdetir nabe; eynen welê jî di rubûbiyeta Wî de û di kirdarî (îcraat) û dahênanên (îcadat) Wî de jî hevpar tune. Carînan dibe ku sultan yek e, hevparê wî nînin, lêbelê di kirdariyên wî de karmendên wî hevparê wî têne hesabê û ew karmendana dibin asteng ku her kes herin hizûra wî. Dibêjin: “Serî li me jî bidin.” Lêbelê Cenabê Heq ku sultanê ezel û ebed e, wek çawa di selteneta Wî de hevparên Wî tune, di kirdariyên rubûbiyeta Wî de jî ne hewceyî arîkaran û hevparan e. Ferman û vîna Wî û hewl û hêza Wî nebe tu tişt nikarin têkilî tiştekî bibin. Her kes rasterast dikare serî lê bide. Ji ber ku hevpar û arîkarê Wî tune ne, ji wî kesê ku serî li Wî bide re nayê gotin: “Qedexe ye, tu nikarî herî hizûra Wî de.”
Vaye ev peyv mizgîniyeke holê dide giyanê mirovî:
Ew giyanê mirovî yê ku îman bidest xistibe, bêyî astengî, bêyî mûdaxele, di her rewşê de, çi dema bixwaze, her dem, li her derê dikare here hizûra Wî Cemîlê Zulcelal û Qedîrê Zulkemal ku xwediyê gencîneyên rehmet û seadetê yên ezel û ebed e.. dikare her hewceyiyên xwe pêşkêşî Wî bike, dikare dilovaniya Wî bidest bixe û xwe bispêre hêza Wî û dikare dilşahî û keyfeke zêde qezenç bike.
Kelamê çaremîn:
لَهُ الْمُلْكُ
Ango mulk hemû yê Wî ye. Tu hem mulkê Wî yî hem koleyê Wî yî, hem di mulkê Wî de dixebitî.
Ev peyv mizgîniyeke holê şîfadar dide û dibêje:
Ey însan! Tu xwe xwediyê xwe zen neke. Lewra tu nikarî xwe îdare bikî; ew bar giran e. Tu bi serê xwe nikarî xwe biparêzî. Tu nikarî xwe ji belayan biparêzî û pêwîstiyên xwe bidest bixî. Nexwe, beyhûde xwe neêşîne û ezabê nede xwe, mulk ne yê te ye. Xwediyê wî mulkî hem Qedîr e, hem Rehîm e; xwe bispêre hêza Wî û rehmeta Wî tawanbar meke. Dest ji kederê berde û binêre keyfa xwe, zehmetê bavêje û xweşiyê bibîne.