Despêk
Qet’iyen zanibe ku armanca herî mezin ya afirandinê û encama herî bilind ya fitretê baweriya bi Xwedê ye. Û mertebeya herî bilind û meqamê herî mezin yên mirovahiyê naskirina Xwedê ya di nav wê baweriyê bi Xwedê de ye. Bextiyariya herî rewneq ya cin û mirovan û ne’meta wan ya herî şêrîn hezjêkirina Xwedê ya di nav wê naskirina Xwedê de ye. Û ji giyanê mirovî re dilşahiya herî pak û ji dilê mirovî re keyfa herî safî tama giyanî ya di nav wê hezjêkirina Xwedê de ye.
Belê, bextiyariya rasteqîn, dilşahiya pak, ne’meta şêrîn û tama safî helbet di naskirin û hezjêkirina Xwedê de ye; ewana bê Wî nabin. Ew kesê ku Xwedê nas bike, ji Wî hez bike, ew kes yan bi tesewurî yan jî birastî bextiyariyê, ne’metê, nûran û razan dibîne. Ew kesê ku Wî rastîn nas neke, ji Wî hez neke ew kes dê hem ji hêla madî ve hem ji hêla manewî ve bi bedbextî, elem û wehman ve rûbirû bimîne.
Belê, mirovekî aciz û miskîn (bihizrînin. Ew mirovê ku) di vê dinyaya perîşan de, di nav van mirovên eware de, di jiyaneke bêfeyde de, bêxweyî û bêxudan sultanê dinyayê hemûyê jî be çend pere dike? Vaye ew mirovê ku di nav van mirovên eware de, di vê dinyaya perîşan û fanî de Xwediyê xwe nas neke û peyda neke, her kes dê zanibe ku ew mirov çiqas bêçare ye, çiqas sersem e. Eger xwediyê xwe nas bike wê demê dê penahê dilovaniya Wî bike, dê pala xwe bide hêza Wî; wê hingê ev dinyaya wehşetgah dê jê re veguheze cihê geşt û seyranê, dê jê re bibe cihê bazirganiyê.