Mektûba Bîstemîn
بِاسْمِهِ سُبْحَانَهُ
وَاِنْ مِنْ شَىْءٍ اِلاَّ يُسَبِّحُ بِحَمْدِهِ
بِسْمِ اللّٰهِ الرَّحْمٰنِ الرَّحٖيمِ
لَا اِلٰهَ اِلاَّ اللّٰهُ وَحْدَهُ لاَ شَرِيكَ لَهُ لَهُ الْمُلْكُ وَلَهُ الْحَمْدُ يُحْيِى وَيُمِيتُ وَهُوَ حَىٌّ لاَ يَمُوتُ بِيَدِهِ الْخَيْرُ وَهُوَ عَلٰى كُلِّ شَىْءٍ قَدِيرٌ وَاِلَيْهِ الْمَصِيرُ
Ev hevoka tewhîdê ku dubarekirina wê ya li pey nimêjên sibeh û êvaran gelek bifazîlet e û li gorî rîwayeteka rast (sehîh) şeş mertebeyên Îsmê E’zem dihundurîne, yanzdeh peyvên wê hene. Di her peyveka wê de hem mizgîniyek hem mertebeyeke tewhîda rubûbiyetê hem jî ji aliyê Îsmê E’zem ve mezinahiyeke wehdetê û kemaleke wehdaniyetê heye.
Em ê ravekirina van heqîqetên mezin û bilind hewaleyî Peyvên din bikin û li ser sozekê, vê gavê em ê bi kurtî du meqam û destpêkekê jê re bikin fehrist.