"Eger perdeya xeybê biqelişe yeqîniya min zê zêde nebe.” 1 Xewsê E’zem (k.s.) 2 ku li erdê li Erşê E’zem û ezameta heykelê Îsrafîl temaşe kiriye xwedî çavên nezerxurt û xeyb-bîn in, di xwe de dihebîne.
Ya duduyan: Bi îmaneke biqewet tesdîqên qewmekî bedewî ku li muhîtekî ummî, ji heyata civakî û ji fikrên siyasî xalî.. û bê kitêb û ku di tarîtiyên esrê fetretê de ne.. û ku di zemanekî pir hindik de, kiriye ku bibnn herî medenî û herî bi malûmat û ji millet û hukûmatên ku di heyata civakî û siyasî de herî li pêş in re bibin seyda û rêber û dîplomat û bi hakimtiya adilî, ji şerqê heta xerbê, bi awayekî cîhan-pesendî îdare bikin.. û cemaeta meşhûr a ku bi navê sehabeyan li dunyayê navdar bûye, bi awayekî îttîfaqî û bi îmaneke qewî ku can û malên xwe; peder û eşîretên xwe pê didin fedakirin e.
A sisêyan: Tesdîqên alimên muheqqîq û mutabahhîr ên bêhed ku cemaeteke uzma ye di dereceya ilmelyeqîn de û bi awayekî tewafuqî ye û di her esrî de bi hezaran ferdên wan hene û di her fennê de bi awayekî dahîtî bi pêş ve çûne û di meslekên cur bi cur de xebitîne û gihîştine ummeta wî ye. Nexwe şahidiya vî zatî ji wehdaniyetê re, ne şexsî û cuz-î ye; belkî şahidiyeke wisan e umûmî û kullî ye û nayê hejandin û hemû şeytan bicivin, bi tu awayî nikarin derkevin hemberî wî û wisan hukum kir.
Ha, ji wê dersa mêvanê dunyayê û rêwiyê heyatê ku di esra seadetê de, tevî aqilê xwe seyahetê dike ji wê medreseya nûranî girtiye re weke îşareteke kurt, di Mertebeya Şanzdehan a Meqamê Yekê de weha: