xwe re bi minnetakrî, muteşekkirî û perestîşkarî bide îbadetkirin.. û bi teserrûf û îcraetên ezametî û heşmetî û bi fealiyet û xellaqiyeta hikmetî yên mîna tebdîla demsalan û tehwîl û îxtîlafa şev û rojan, ulûhiyeta xwe îzhar dike û bi îman û teslîm û înqiyadê, dixwaze ji ulûhiyeta xwe re bide îtaetkirin.. û ji aliyê ku her zemanî başî û başan hîmaye dike; nebaşî û nebaşan îzale dike û bi şîmaqên esmanî, zalim û derewkaran îmha dike ve, wer dixuyê ku ew dixwaze heqqaniyet û edaleta xwe nîşan bide. Helbet û bê guman, li cem Wî Zatê xeybî, mexlûqê ku herî zêde jê tê hezkirin û ebdê wî yê herî rast; dê ev Zatê ku ji wan xizmetên wî yên ku behsa wan hat kirin re tam xizmetê dike û tilsim û muemmayê xilqeta kaînatê hell û keşif dike.. û daîma li ser navê Wî Xaliqî hereket dike.. û ji Wî îstîmdad dike.. û ji Wî muweffeqiyetê dixwaze.. û ji aliyê Wî ve dibe mezherê îmdad û tewfîqê û ku jê re Muhemmedê Qureyşî (e.s.w.) tê gotin be!..
Hem ji aqilê xwe re got: Madem ev neh heqîqetên ku behsa wan hat kirin, ji sidqa vî zatî re şahidiyê dikin; helbet ev adem, medarê şerefa benî-adem e û medarê îftîxara vê alemê ye. û zaf layiq e ku ji Wî re were gotin ku Fexrê Alemê ye û şerefa benî-adem e. Û heşmeta selteneta me’newî ya Qur-ana Mucîzul Beyana ku fermana Rehmanî ye û di destê wî de ye, nîvê erdê xistiye bin îstîlaya xwe û kemalata wî ya şexsî û xesletên wî yên bala, nîşan dide ku di vê alemê de muhîmtirîn zat ew e. Muhîmtirîn gotina li ser Xaliqê me, ya Wî ye.
Eve were binihêre: Li quwweta bi sedan mucîzeyên qet-î yên zahir û bahir ên vî Zatê nuwaze.. û li ser bingeha bi hezaran heqîqetên ‘alî û biasas ên dînê xwe de ku asasê hemû dozên wî û armanca heyata wî, delîlî û şahidiya ji wucûd û wehdet sifet û esmayên Wacîb-ul Wucûd re ye û îsbatkirin û îlankirin û î’lamkirina Wî Wacîb-ul Wucûdî ye. Nexwe rojeke me’newî ya vê kaînatê û ronîtirîn burhanê Xaliqê me, ev zat e ku jê re Hebîbullah dibêjin. Sê îcmayên mezin ku naxapin û naxapînin û şahidiya Wî teyîd û tesdîq û îmza dikin hene.
Ya Yekê: Bi îcmayê tesdîqên cemaeta nûranî ya bi navê Alê Muhemmed Elyhisselatu Wesselam şohret-şîarê alemê ye ku bi hezaran qutub û weliyên mezin ên mîna Îmamê Elî (r.e.) ku dibêje