hesaba demê salnamevaniyê pê dide kirin. Sûreteke lembeyên xemilandî, şêrîn, geş û nazenîn daye stêran û ew stêr jî xistine destê ferîşteyan de; ew ferîşteyên ku têne reqsê, cezb dikin û direqisin. Bi vî awayî gelek hikmetên dinyayê nîşan dide. Eger ev weziyetên han ji Zatekî ku berê wî li hikm û nîzam û qanûn û tedbîra hemû heyberan e neyê xwestin, wê demê, pêwîst e hemû tav û stêr her roj bi hereketeke heqîqî, bi lezeke bêhed qonaxeke bêhed û hesab biçin.
Va ye ji ber ku di yekîtiyê (wehdetê) de gelek rehetî û di pirîtiyê (kesret) de gelek zehmetî hene, ehlê sen’et û ehlê bazirganiyê yekîtiyekê didin pirîtiyê, da ku hêsanî çêbibe. Ango şîrketan saz dikin.
Bi kurtasî, di rêya delaletê de gelek zehmetî û di rêya hîdayet û wehdetê de gelek hêsanî hene.
اَلْبَاقِى هُوَ الْبَاقِى
Seîdê Nûrsî