bêemsal û Îslamiyeteke weha bêmisil û ubûdiyeteke weha nuwaze û duayeke weha fewqelade û vexwendineke weha cîhanpesendî û îmaneke weha mucîzeyî de, helbet ji tu aliyî ve nabe derew ku hebe û naxapîne û aqilê wî jî ev yek tesdîq kir.
A Çaran: Îcma’a nebiyan, çawan ku ji wucûd û wehdaniyeta îlahî re delîleke têra xwe bi qewet e, wisan jî, ji rastîtî û rîsaleta vî zatî re şahidiyeke têra xwe saxlem e. Lewra çi qas sifetên qudsî, mucîze û wezîfeyên ku ji rastîtî û pêxemberbûna nebiyan Eleyhimusselam re dibin medar hene, bi dîrokê museddeq e ku di wî zatî de, lipêştirîn e. Nexwe, çawan ku ew bi zimanê qalî di Tewrat, Incîl û Zebûr û suhûfên xwe de, agahî û mizgîn dane mirovan ku dê ev zat were – Ji wan îşaretên mizgînî yên kitêbên muqeddes, zêdetirî bîstî, qismekî wan ên pir zahir, di Nameya Nozdehan de, bi xweşikî hatiye beyankirin û îsbatkirin. – wisan jî, bi zimanê halên xwe, ango bi nubuwwetên xwe û bi mucîzeyên xwe, ev zatê ku di meslek û wezîfeyên wan de yê herî lipêş û yê herî mukemmel e, tesdîq kiriye, îmze li bin doza wî ddidin. Û têgihîşt çawan ku bi zimanê qalî û îcma’ê ji wehdaniyetê re delîlî dikin, bi zimanê halî û îttîfaqê, ji sadiqiya vî zatî re şahidiyê dikin.
A Pêncan: Bi hezaran weliyên ku bi dustûrên vî Zatî û bi terbiye û tebaiyeta wî û ku dane pey wî û çûne û gihîştine heq, heqîqet, keramet, keşfiyat û muşahedatan, çawan ku ji wehdaniyeta wî re delîliyê dikin, ji sadiqiyet û rîsaleta vî zatî re ku seydayê wan e, bi îcmayî û îttîfaqî şahidiyê dikin.. û dît ku wan weliyan, qismek agahiyên ku wî, ji alema xeybê dida, bi nûra welayetê muşahede dikin û hemû agahiyên wî, bi nûra îmanê, yan ilmelyeqîn an jî eynelyeqîn an jî heqqelyeqîn îtîqad û tesdîq dikin. Pê hisiya ku dereceya heqqaniyet û sadiqiyeta vî Zatê ku seydayê wan e, mîna rojê nîşan dide.
A şeşan: Bi milyonan esfiyayê mudeqqîqîn û siddîqînê muheqqîqîn û dahiyên hukemayên mumînîn ku bi dersa wan heqîqetên qudsî û ilmên ‘alî yên ku wî îhtîra kirine marîfetên îlahî yên ku wî ew keşif kirine û ev zat, digel ku ummî ye jî û bi talîma wî, ku di mertebeya ilmî de gihîştine meqamê herî bilind. Ev hemû, çawan ku bi burhanên xwe yên herî qewî, wehdaniyeta wî ku uss-ul esasê doza wî ye, bil-îttîfaq îsbat û tesdîq dikin, bi îttîfaqê ji heqqaniyet û