tiliyeke wî, du perçebûna heyvê û bi çengeke xwe gava hindikeke ax davêje neyarê xwe, ketiye çavên wê artêşê hemû û ew artêş reviyaye û ava mîna kewserê ku ji pênc tiliyên wî herikiye, bi artêşa xwe ya ku tî bûye, heta têr bibin daye vexwarin, bi nessa qet-î û qismek jê bi tewatirê, bi sedan mucîze di destê wî de zahir bûne. Qismekî van mucîzeyan, ku zêdetirî sê sed hebî ne, ji ber ku di rîsaleyeke nuwaze û bikeramet a bi navê Nameya Nozdehan Mucîzeyên Ehmedî de, tevî delîlên wan ên qet-î hatiye beyankirin, wî ew hewaleyî wê kir û got ku:
Zatekî ku tevî ev qas exlaqê hesene û kemalan, xwedî ev qas mucîzeyên zelal be, helbet yê herî gotinrast e (rastgo). Ne qabil e ku tenezzulî hîle, derew û xeletiyê ku karê bêexlaqan e bike.
A duduyan: Ji ber ku di rîsaleyeke navdar ku taveke Rîsale-ê Nûr e, ku navê wê Kelîmeya Bîst û Pêncan – Mucîzeyên Qûr-anê ye de, tevî delîlên wan ên biqewet, bi tefsîlî hatiye beyankirin ku di destê wî de fermaneke xwediyê vê kaînatê heye.. û di her esrî de, zêdetirî sê sed milyon mirovan ew ferman qebûl û tesdîq kiriye.. û Qur-ana Ezîmuş-şan ku ew ferman e, bi heft aliyên xwe, nuwaze ye.. û ev Qur-an, ji çil aliyan ve mucîze ye.. û kelîmeya Xaliqê kaînatê ye, ew hewlaeyî wê kir û got: Di zatekî (e.s.w.) weha ku tercuman û teblîxkarê fermaneke ku eynî heq e û heqîqet e de, nabe ku derewa ku di hukmê xiyaneta bi xwediyê fermanê re ye hebe û ne îmkan e.
A sisêyan: Ew zat (e.s.w.), bi şerîetek, bi Îslamiyetek, bi ubûdiyetek, bi duayek, bi vexwendinek, bi îmaneke wisan derketiye meydanê ku ne mislê wan heye ne jî dibe. û ji wan kamiltir ne hatiye dîtin ne jî tê dîtin. Lewra ew şerîeta ku di zatekî ummî de zuhûr bûye, çardeh esran û ji pêncan yekê mirovahiyê, bi awayekî adîlî, li ser heqqaniyetê, bi mudeqqîqî, tevî qanûnên xwe yên bêhed îdare kiriye. Ev yek jî emsalan qebûl nake. Hem Îslamiyeta ku efal û eqwal û ehwalên zatekî ummî derketiye, ji hêla xwe ya ku di her esrî de, rêber û mercî û muellimê aqilên zêdetirî sê sed milyon mirovan e û murşîdê wan û munewwîr û museffiyê dilê wan û murebbî û muzekkirê nefsên wan û medarê înkîşafat û madena teraqqiyetê rûhên wan e, nabe ku mislê wî hebe û nekariye bibe...