Mertebeya Şazdehan
A Rîsaleya Ayet-ul Kubra ku Behsa Rîsaleta Ehmedî Dike
(Bi munasebeta meqamî li vê derê hatiye pêvekirin.)
Peyre wî seyyahê dunyayê, ji aqilê xwe re got ku: Madem ez bi mewcûdên kaînatê li Xaliqê xwe digerim, helbet divê beriya her tiştî ez Muhemmedê Erebî Eleyhisselatu Wesselam ku navdartirînê van mewcûdan e û bi tesdîqa neyarên wî, yê herî mukemmel e û fermandarê herî mezin e û hakimê herî binavûdeng e û ji aliyê gotinê ve yê herî bilnd e û ji aliyê aqilî ve yê herî biriqandî ye û çardeh esran bi fezîleta xwe û bi Qur-ana xwe ronî kiriye, ziyaret bikim û ji bo ku ez tiştê ku lê digerim ji wî bipirsim, divê biçim esra seadetê û rabû tevî aqilê xwe ket wê esrê. Dît ku ew esir, bi rastî bi wî zatî, bûye esrekî seadeta beşerî. Lewra qewmekî herî bedewî(çolî) û ummî, bi wesîteya nûra ku aniye, di demeke kurt de, kiriye hakim û ustadê dunyaye.
Hem ji aqilê xwe re got: “Em, divê serê pêşî bi qîmet û heqqaniyeta gotinên vî zatê fewqelade û bi rastiya îxbarên wî bizanibin; peyre divê em Xaliqê xwe jê bipirsin. “ û dest bi lêkolînê kir. Ji wan bi hezaran delîlên ku dîtiye, li vê derê tenê dê bi kurtî îşaretî neh kulliyên wan were kirin.
A yekê: Di vî zatî de – hetta bi tesdîqa neyarên wî jî – hebûna hemû xuyên rind û xesletên xweş, bi seraheta ayetên:
وَمَا رَمَيْتَ إِذْ رَمَيْتَ وَلٰكِنَّ اللّٰهَ رَمٰى
وَانْشَقَّ الْقَمَرُ
bi îşareta yek