ber ku mirov ji ubûdiyeteke kullî re ihya kiriye û ji ber ku mirov, ji aliyê hestên xwe ve mubtelayê kesret û dunyayê ye, xwestiye ku bi navgîna rêberekî, rûyên wan ji kesretê bizivirîne ser wehdetê; ji faniyê bizivirîne ser baqiyê. Li hember vê daxwaza wî, yê ku di dereceya herî mezin de, bi awayekî herî belîx de, bi navgîna Qur-anê, bi tehereke herî ehsen rêberî dike û wezîfeya xwe ya rîsaletiyê bi tehereke herî kamil îfa dike, dîsan bîlbedahe ew Zat e.
Ha, xwedanheyat ku di nav mewcûdan de yê herî eşref e û xwedanşiûr ku di nav xwedanheyatan de yê herî eşref e û însanê heqîqî ku di nav xwedanşiûran de yê herî eşref e û di nav însanên heqîqî de, Zatê ku wezîfeyên xwe yên berê, di dereceyeke herî mezin de , bi awayekî herî kamil îfa dike, helbet yê dê bi mîraceke mezintirîn derkeve Qabê Qewseyn, li derê seadeta ebedî bide, heqîqetên wî yên xeybî bibîne, dîsan dê ew be.
A heftan (sabien): Bilmuşahede di van mesnûan de, têra xwe tehsînata xweşik, tezyînata xemilandî ya di dereceya bêserûber de heye. û bîlbedahe ev tehsînat û tezyînata weha, nîşan dide ku bi Saniê wan re, îradeyeke tehsîn û qesdeke tezyînê ya ku heta bibêjî bes şedîd heye. û herçî îradeya tehsîn û tezyînê, nîşan dide ku bîzzerûre bi wî Saniî re, rexbeteke têra xwe biqewet û muhebbeteke qudsî li hember senetên wî heye. û di mesnûan de yê herî cami’ û ku letîfeyên senetî, bi carekê di xwe de nîşan dide û pê dizane û dide zanîn û xwe dide hezkirin û ji xweşikiyên ku di mesnûên din de hene re dibêje maşallah û wan îstîhsan dike, bîlbedahe, di nezera wî Saniê hunerperwer û ku ji senetê xwe pir hez dike de, yê herî mehbûb, dê Ew be.
Eva, yê ku li hember meza û mehasina ku mesnûan dibiriqînin re û ji leetîfe û kemalên ku mewcûdan ronî dikin re dibêje “Subhanellah! Maşallah! Ellahu Ekber!” û yê ku olanan bi esmanan dixe û bi nexemata Qur-anê kaînatê dixe welweleyê; yê ku bi îstîhsan û teqdîrê; bi tefekkur û teşhîrê; bi zikir û tewhîdê berr û behrê diêne cezbeyê, dîsan bîlmuşahede Ew Zat e. Ha, zatekî weha ku bi sirrê
اَلسَّبَبُ كَا لْفَاعِلِ
mislekî heseneyên hemû ummeta wî ku dikin,