Hem li hember ku Saniê vê saray alemê, dixwaze bi mucîzeyên têrnuwazeyî û xezîneyên xwe yên xeybî yên ku heta bibêjî bes bi cewherên hêja tijekirî ne îzhar û teşhîr bike û bi wan kemalên xwe tarîf bike û bide zanîn, bi awayekî herî mezin yê teşhîrvan, tewsîfvan û tarîfvan, dîsan bilbedahe ew Zat e.
Hem Saniê vê kaînatê, xwestiye vê kaînatê, bi cureyên ecêb û bi zînetan xemilandî çê bike.. û mexlûqên xwe yên xwedîşûûr, ji bo temaşe û tenezzuh û îbret û tefekkurê daxilê navê kiriye.. û weke muqtezayê hikmetê, xwestiye ku wateyên wan berhem û sanayiyan, qîmetên wan, bi ehlê temaşe û tefekkurê bide xuyakirin. Li hember vê xwestina wî, yê ku bi awayekî herî têrbaşî bi wasîteya Qur-ana Hekîm, ji cin û îns û belkî heta ji rûhaniyan û melekan re rêberiyê dike, dîsan bilbedahe we Zat e.
Hem Xaliqê Hekîm ê vê kaînatê, dixwaze ku tilsimê muxleq ê ku meqsed û armanca di tehewwulên vê kaînatê de hene.. û muemmaya van sê pirsên zor ên mewcûdan ku “Ji kê derê tên, bi kê derê ve diçin û çi ne.. bi wasîteya navbendkarekî, ji hemû xwedîşûûran re bide vekirin. Li hember vê xwestina wî, yê ku bi wasîteya heqîqetên Qur-anî, bi awayekî herî wazih û di dereceyeke herî mezin de wan tilsiman vedike û wan muemmaya hel dike, dîsan bilbedahe ew Zat e.
Hem Saniê Zulcelal ê vê alemê ku bi hemû mesnûên xwe yên xweşik, xwe bi yên ku xwedanşiûr in re dide naskirin û bi nîmetên hêja xwe bi wan dide hezkirin, bi awayekî zerûrî di muqabilê wê de, ji xwedanşiûran re merziyatên xwe û daxwazên xwe yên îlahî dixwaze bi navgîna qasidekî ragihîne. Li hember vê xwestina wî, yê ku bi awayekî herî e’la û herî kamil, bi wesîteya Qur-anê, wan merziyat û daxwazan beyan dike û diêne, dîsan bîlbedahe ew Zat e.
Hem Rebb-ul alemîn, ji ber ku wis’eteke îstîdadî ku dikare alemê bigre nava xwe daye mirovê ku meyweya alemê ye û ji