Ummeta Muhemmedî (e.s.w.) ku bi nessa qet-î nehatiye dîtin ku li ser delaletê ketine îcmayê û rabûne wan ev bûyer, telaqqiya bilqebûl kiriye, mîna rojê, înşîqaqa qemerê îsbat dike.
Elhasil, heta vê derê, li ser navê tehqîqê û li ser hesabê îlzamkirina xasim bû. Cumleyên ji niha bi şûn ve, li ser navê heqîqetê û li ser hesabê îmanê ne. Belê, tehqîq wisan bû. Îca heqîqet ku heye, weha dibêje ku:
Xatema dîwana nubuwwetê ku qemera mûnîr a semaya rîsaletê ye, çawan bi mîracê ku mucîzeya wî ya kubra ye û kerameta uzma ya welîtiya wî ya di ubûdiyeta wî de derket dereceya mehbûbiyetê, ango cismekî erdê derxist esmanan û pê jî, ruchaniyet û mehbûbiyetê, nîşanî sakinên esmanan û ehlê alemên ulwî da û welîtiya wî îsbat kir, wisan jî, qemera ku bi erdê ve girêdayî ye û li esmanan heliqandî ye, bi îşareteke yekî ‘erdî, ew kir du parçeyan û ji rîsaleta wî yê erdî re, ji bo wan sakinên erdê mucîzeyeke wisan hat nîşandan ku, bi du per û baskên nûranî yên mîna rîsalet û welayetê, bi du cenahên ronîdar, firiyaye ewcên kemalê heta derketiye Qabê Qewseyn hem ji ehlê esmanan re hem ji ehlê erdê re bûye medarê fexrê...