Li Ser Mucîzeya Şeqqa Qemerê Ye
(Zeyla Kelîmeya Nozdehan û Kelîmeya Sî û Yekê ye.)
بِسْمِ اللّٰهِ الرَّحْمٰنِ الرَّحٖيمِ
اِقْتَرَبَتِ السَّاعَةُ وَانْشَقَّ الْقَمَرُ * وَاِنْ يَرَوْا اٰيَةً يُعْرِضُوا وَيَقُولُوا سِحْرٌ مُسْتَمِرٌّ
Feylesofên ku dixwazin, inşîqaqa qemerê ku mucîzeyeke Ehmedî (e.s.w.) ya mîna qemerê dibiriqe, bi bi wehmên fasîd înxîsaf bikin û muqellîdên bêmuhakeme yên wan feylesofan, dibêjin ku “Eger înşîqaqa qemerê bûbûya, dê hemû alemê pê bizaniya. Diviya ku temamê dîroka mirovahiyê ev neqil bikira.”
Bersiva Wê: Înşîqaqa qemerê, ji bo ku ji doza Nubuwwetê re bibe delîl, çê bûye. ji ber ku ji cemaeteke ku ew doz bihîstine û înkar (mandel) kirine re, bi şevê, di weqtê xefletê de, bi awayekî tafilqedayî hatiye nîşandan, hem ji ber îxtîlafa metalî û sebebên mîna mij û ewr ku rê li ber dîtinê girtine û wê hingê, medeniyetê teammum nekiribûye û xusûsî maye, û ji ber ku teressûdatên esmanî gelk hindik bûye, helbet ne lazim e ku li her aliyê alemê were dîtin û bikeve hemû dîrokan. Ji gelek xalên ku dê van ewrên wehman, ji ser rûyê şeqqa qemerê ji hev belav bike, a niha li Pênc Xalan guhdarî bike.