Zeyla Pêşî Ya Mucîzeyên Ehmedî
[Ji ber ku Kelîmeya Nozdehan û zeyla wê li ser Rîsaleta Ehmedî (e.s.w.) û li ser mucîzeya şeqqa qemerê ye, bi munasebeta meqamê li vê derê hat bicîkirin.]
بِسْمِ اللّٰهِ الرَّحْمٰنِ الرَّحِيمِ
RÊŞHEYA PÊŞÎ ya Lem’eya darhehan a ku çardeh Reşhayan digre nava xwe:
Sê muerrîfên mezin ên kullî ku Rebbê me bi me didin naskirin hene. Yek jê ev kitêba kaînatê ye ku nebzeyekê me şahidiya wê ji sêzdeh lem’e û ji Dersa Sêzdehan a Rîsaleya Nûrê seh kir. Yek jê Xatemul Enbiya Eleyhîsselatu Wesselam e ku ayeta kubra ya vê kitêba kebîr e. Yek jê Qur-ana Ezîmuşşan e. A niha divê em vî Xatemul Enbiyayî Eleyhîsselatu Wesselam ku burhanê natiq ê duduyan e nas bikin û lê guhdarî bikin.
Belê, li delîlê wî şexsê menewî binihêre: Ser rûyê erdê mizgeftek, Mekke mîhrabek, Medîne mînberek, pêxemberê me Eleyhîssetu Wesselam ku burhanê bahir e ji temamê ehlê îmanê re îmam, ji hemû mirovan re xatib, ji hemû nebiyan re reys, serzakirê xelqeyeka zikrê ku ji hemû nebî û weliyan pêk tê û dareke nûranî ye ku hêmû nêbî kokên wê yên zindî ne û hemû welî fêkiyên wê yên teze ne ku hemû nebiyên ku pişta xwe bi mucîzeyên xwe rast dikin û hemû weliyên ku xwe dispêrin kerametên xwe, her dozeka wî tesdîk dikin û jê re îmze dikin.