Îkrameke îlahî;
Berhemeke Înayeta rebbanî
Em, bi emelê ku meseddeqê mezmûna
وَاَمَّا بِنِعْمَةِ رَبِّكَ فَحَدِّثْ
dibêjin: Ez dê behsa eserekî înayeta Cenabê Heq û rehmeta Wî ya li ser teilîfa vê rîsaleyê bikim da yên ku vê rîsaleyê bixwînin, bila ehemmiyetê bidinê û bi wî çavî lê binihêrin.
Eve, teilîfa vê rîsaleyê, di dilê min de tune bû. Lewra li ser Rîsaleta Ehmedî (e.s.w.) Kelîmeya Sî û Yekê û Kelîmeya Nozdehan hatibû nivîsandin. Ji nişkan ve, ji bo nivîsandina vê rîsaleyê, xatireyeke(bîreweriyeke) mucbîr hat dilê min. Hem quwweya hafizeya min, ji ber mûsîbetan (di dawiya musîbetan de) tefiyabû. Hem ez ji ber meşrebê xwe, di berhemên xwe de, bi awayê neqlê (bi tehera qîle –qaleyî) nûçûbûm. Hem li cem min kitêbên hedîsî û kitêbên siyerê tune ne. Tevî vî awayî, min got
تَوَكَّلْتُ عَلَى اللّٰهِ
û dest pê kir. Miweffeqiyeteke wisan çê bû ku hafizeya min, ji quwweya hafizeya Se’îdê Berê zaftir alîkarî kir. Di her du-sê saetan de, bi awayekî lezûbezî, sî-çel rûpel hatin nivîsandin. Di yek saetekeê de, panzdeh rûpel dihat nivîsandin. Pirê wî, ji kitêbên mîna Buxarî, Muslîm, Beyheqî, Tirmizî, Şîfayê Şerîf, Ebû Nueym, Teberî dihat neqilkirin; hal ku hal e eger di vê neqilkirinê de xeta çê bibe, - ji ber ku hedîs e- dil li min direhiliya; lê belê hat fêmkirin ku