Asasê Heştan: Ha, Muhemmedî Erebî Eleyhisselatu Wesselam ku bi sifetên zikirkirî wesifdayî ye û îstînadî niqteyên ku bi her awayî qewî ne û bi tu awayî nahejin dike, berê rûyê wî li alema şehadetê ye, li ser navê alema xeybê, li ser serê cin û insî îlan dike û xîtabî qewm û milletên ku li îstîqbalê, li pişt esrên ku dê bên de sekinî ne dike û nîdayeke wisan dike ku bi temamê cin û cinsî, bi her ciyî û bi hemû esran dide bihîstin. Belê, em dibihîsin!..
Asasê Nehan: Hem wisan bilind, bi qewet xîtab dike ku hemû esir li Wî guhdarî dikin. Belê, her yek esir, eksê sedayê wî seh dike.
Asasê Dehan: Hem di şêlûpêla (timêla) wî zatî de dixuyê ku dibîne; wisan agahdar dike. Lewra di wextên herî bitehlûke (tirsnak) de, bi metîniyeke kemilî, bê dudilî, bê metirsî dibêje. Carcaran bi tena serê xwe ji dinyayê re meydan dixwîne.
Asasê Yanzdehan: Hem bi temamê qeweta xwe wisan bi qewetî vedixwîne û gazî dike kir ku nîvê dinyayê û yekê ji pêncan ê mirovahiyê, ji dengê Wî re bibêje “Lebbeyk” û
سَمِعْنَا وَاَطَعْنَا
da gotin.
Asasê Diwazdehan: Hem bi ciddîtiyeke wisan vedixwîne û bi awayekî wisan bi asasî terbiye dike ku dustûrên xwe, li ser eniya(cebheya) esran û li ser kevirên eqtaran neqiş dike û li ser rûyê dehiran payîdar dike.
Asasê Sêzdehan: Hem ji saxlemiya hukmên ku teblîx dike wisan wusûq e û ji xwe bi ewle ye û wisan rehet dibêje û vedixwîne ku dinya gişt bibe yek, nikare Wî poşman bike. Ji vê re guvah(şahid), hemû tarîxa heyata Wî û siyera senî ya Wî ye.
Asasê Çardehan: Hem bi îtmînanek û îtîmadeke wisan vedixwîne, teblîx dike ku minneta tu kesî nake; li hember tu muşkîlatî nakeve metirsiyê; bê dudilî, bi samimîtiyeteke tam û bi sefwetî, berî her kesî, ew bi xwe (pê) emel dike û qebûl dike û bi vî awayî hukmên ku Wî ew anîne, îlan dike. Îca ji vê re şahid jî, ew zuhd, îstîxna û tenezzulnekirina Wî ya li zînetên fanî yên dinyayê ye ku ji aliyê her kesî ve, ji aliyê dost û neyaran ve tê zanîn.