Ha, tercume û meala vê tefekkura erebî ev e ku: Ango, şeş aliyên Qur-ana Mucîz-ul Beyan ronî ne û bi nûr in. Wehm, şubhe (guman) nikarin bikevin hundirê wê. Lewra pişta xwe dispêre erşî; li wê hêlê nûra wehyê heye. Li pêşiya wê û di hedefa wê de, seadeta dareyn heye. Dest daye ebedê, axretê; nûra seadet û cennetê heye. Sikkeya îcazê li serê dibiriqe. Li bin wê, dîrekên burhan û delîlan hene. Nava wê xalis hîdayet... Aliyê rastê wê, bi
اَفَلاَ يَعْقِلُونَ
yan bi aqilan tevî îstîntaqê, “Sedeqte”yê dide gotin. Li çepê wê ku zewqên ruhanî dide dilan û wicdanan îstîşhad dike û “Barekellah” dide gotin, ka dizekên wehm û gumanan, di kîjan koşeyî (quncikî) de, di kîjan hêlê de dikarin bikevin Qur-ana Mucîz-l Beyan!..
Belê, Qur-ana Mucîz-l Beyan, sirrê îcmaya(hemû) kitêbên nebî, welî û muwehhîdînên ku qern, meşreb û meslekên wan muxtelîf in, camî ye ( di xwe de dihewîne.) ango ew hemû ehlê kitêb û aqil, bi awayekî ku hukmên mucmel û asasên Qur-ana Hekîm tesdîq bikin, wan ew asas di kitêbên xwe de cî dane wan û ew qebûl kirine. Nexwe ew, di hukmê kokên şecereya semawî ya Qur-anê de ne.
Hem Qur-ana Hekîm, îsnadî wehyê dike û wehî ye. Lewra Zatê Zulcelê ku Qur-anê nazil dike, bi mucîzeyên Ehmedî (e.s.w.) nîşan dide ku Qur-an wehî ye; îsbat dike. Û Qur-ana ku nazil bûye, bi xwe jî, bi îcazên ser xwe nîşan dide ku ji erşî tê. Û telaşa (metirsiya) wextê destpêka wehyê ya Resûlê Ekrem Eleyhisselatu Wesselam û weziyeta wî ya ku ji xwe ve çûbû, wextê nuzûla wehyê û îxlas û hurmeta wî ya ku ji her kesî zaftir dida Qur-anê, nîşan dide ku wehî ye û ji ezelê tê; jê re dibê mêvan.
Hem ew Qur-an, eyan beyan hîdayet bi xwe ye; lewra muxalifê wê, bilmuşahede delaleta kufrê ye. Helbet dijberê nûrên îmanî, zulûmat e. Me di gelek Kelîmeyan de ev bi awayekî qet-î îsbat kiriye.
Hem Qur-an, bilyeqîn îcmaya (ciyê lêkombûna) heqîqetan e. Heyal û xurûfîn nikarin bikevin navê. Bi şahidiya alema Îslamê ku wê ew teşkîl kiriye û şerîeta biasas a ku wê ew îzhar kiriye û kemalên alî ku wê ew nîşan daye ku qendera behsên wê yên ser alema xeybê jî, mîna behsên ser alema şahidiyê îsbat dike ku eynî heqîqet in û tê de xilaf tune.