Nukteya Duduyan: Di hiyama Hezretî Mûsa Eleyhisselam de, ji ber ku sêhr di rewacê de bû, çawan ku mucîzeyên wî yên muhîm bi awayekî di dirûvê wê de hatin û di hiyama Hezretî Îsa Eleyhisselam de, ji ber ku ilmê tibbê di rewacê de bû, çawan ku pirê mucîzeyên wî, ji wî cinsî bû, di zemanê Resûlê Ekrem Eleyhisselatu Wesselam de jî, li Cezîret-ul Erebê jî herî zêde çar tişt di rewacê de bûn:
Ê yekê: Belaxet û fesahet (belîxî-fesîhî)
Ê duduyan: Şiir û xîtabet
Ê sisêyan: Kahinî û agahdarkirina ji xeybê
Ê çaran: Zanîna bi bûyerên zemanê berê û bûyerên kewnî bû.