Qur-an ku nazil bû, dawî li wan anî. 1 Hetta gelek kahîn hatin îmanê. Lewra wan êdî muxbîrên xwe yên ji taîfeya cinan nedîtin... Nexwe Qur-anê, dawî lê anîbû. Eve mîna kahinên zemanê berê, îro jî li Ewrûpayê, di şiklê medyûman de, tiştekî mîna kahintiyê, di nav îspîrtîzmakaran serî daye. Axir kî...
Elhasil: Gelek zêde bûyer û gelek zêde zatên ku berî Nubuwweta Resûlê Ekrem Eleyhisselatu Wesselam nubuwweta wî tesdîq dane tesdîqkirin û tesdîq kirine, zahir bûne. Belê zatekî ku dê bi awayekî me’newî bibe reîsê dinyayê (Haşiye) û dê şiklê me’newî yê dinyayê biguherîne û dê dinyayê ji axretê re bike mezre’e û dê qîmetên mexlûqatên dinyayê îlan bike û dê ji cin û insî re rêya seadeta ebedî nîşan bide û cin û insên fanî ji îdama ebedî xelas bike û dê hikmetê xilqet û tilsimê muxleq û muemmeyê dunyayê veke û dê bi meqsedên Xaliqê kaînatê bizanibe û rabigihîne (bibêje) û dê ew wî Xaliqî nas bike û bi her kesî bide naskirin, helbet hîna berî ku ew were, her tişt, her new’i, her taîfe, dê ji hatina wî hez bike û dê li benda hatina wî be û dê husnê îstîsqal bike û jê re li çepikan bide û eger ji aliyê Xaliqê wan ve were ragihandin, ew jî dê rabigihînin. Çawan ku me di îşaret û mîsalên berê de dît ku her new-‘ekî mexlûqan, mîna ku jê re husna îstîsqlê bike, mucîzeyên wî nîşan didin, bi zimanê mucîzeyan nubuwweta wî tesdîq dikin.
ÎŞARETA HIVDEHAN: Mucîzeya herî mezin a Resûlê Ekrem Eleyhisselatu Wesselam, piştî Qur-anê, zatê wî bi xwe ye. Ango ew exlaqê alî ku tê de bi cî bûye ku dost û dijminên wî, îttîfaq dikin ku di her yek xesletî de, ew di tebeqeya herî bilind de ye. Hetta qehremanê şecaetê Hezretî Elî, dubare dubare digot: “Gava herb zêde dijwar dibû, me xwe davêt pişt Resûlê Ekrem Eleyhisselatu Wesselam û li pişt wî me tehessûn dikir.” 2 Û mîna van...