tevî Wî nan bixwarina, zikê wan têr dibû. Kengê gava ew zat ne li ser sofreyê bûya, têr nedibûn. Ev bûyer, hem gelek meşhûr e hem qet-î ye. 1
Hem Umm-u Eymenê ku di biçûkiya Resûlê Ekrem Elyhisselatu Wesselam de lê dinihêrt û ji Wî re xizmetkarî dikir gotiye: “Resûlê Ekrem Eleyhisselatu Wesselam, çi di biçûkiya xwe de, çi di mezinahiya xwe de, tu carî ji birçîbûn û tîbûnê gilî û gazin nekir” 2
A nehan: Ew jî ew e ku di mal û şîrê bizinên Helîmeya Se’diye ku Murdîeya wî bû de, pir zêde bereket hebû ye, digel ku bereketa qebîleya wê hindik bû ye. Ev bûyer, hem meşhûr e hem qet-î ye. 3
Hem mêşan ew aciz nedikir, li ser cesedê Wî yê mibarek û li ser kincên wî danetanîn. 4 Çawan ku ji weledên wî, Seyyîd Ebdulqadirê Geylanî (q.s.) jî, ji ceddê xwe ew hal îrsiyet girtibû; mêşan li ser wî danetanî. 5
A dehan: Piştî ku Resûlê Ekrem Eleyhisselatu Wesselam hat dinyayê, nemaze şeva welidînê, zêdebûna ketina (xuricîna) sitêrkan e 6 ku me ev bûyer, di Kelîmeya Panzdehan de, bi awayekî qet-î, tevî burhanên wê, îsbatkiriye, ketina van sitêrkan, elamet û nîşan e ku êdî dê şeytan û cin, qet nikaribin ji xeybê agahiyan bidin. Ha, madem Resûlê Ekrem Eleyhisselatu Wesselam, bi wehyê derket dinyayê; helbet diviya ku rê li ber wan agahiyên kahinan û yên ku ji xeybê agahî didan û îxbarên cinan ku nîvçeyî bûn û tê de derew hebûn bigirta da ku tu gumanek nekeve wehyê û dirûvê wan nede wehyê. Belê, berî bî-setê, kahintî zaf hebû.