Hem hin bûyerên berî bî-setê hene ku rasterast her yek jê, mucîzeyeke wî ye. Ev zaf in. Em dê çend nimûneyên ku nav û deng dane û eimmeyê hedîsê ew qebûl kirine û sehîhbûna wan teheqqûq bûye, weke mînak bidin:
A yekê: Nûreke ezîm e ku şeva Welidîna Nebewî, hem diya wî, hem diya Osman Ibnî As hem diya Ebdurrehman Ibnî Ewf ku li ba diya wî bûne, dîtiye. Her sêyan jî gotiye: “Me di kêliya welidînê de, nûreke wisan dît ku wê nûrê, meşirîq û mexrîb ji me re ronî kir.” 1
A duduyan: Wê şevê, pirê sanemên li Ke’beyê, sernixûm bûne. 2
A sisêyan: Wê şevê hejîn û inşiqaqbûna eywana Kîsrayê navdar e (ango Seraya wî ya binavûdeng) û ketina çardeh şerefeyên eywana wî ye. 3
A çaran: (Wê şevê binerdbûna) Behra biçûk a Sawa ku dihat teqdîskirin, wê şevê binerd bûye û
Wê şeva welidînê, tefîna agirê Mecûsiyan ku wan, ew weke mabûd ji xwe re didît û li Istaxr-Abadê serê hezar salî bû daîma şû’ledar bû û pêketî bû û neditefiya... 4 Ha ev sê-çar bûyer, îşaret in ku ew zatê ku nû tê dinyayê, dê agirperestiyê ji holê rake, dê seraya selteneta farsê parçe bike û teqdîsa tiştên ku ne bi îzna îlahî ne, dê meni’ bike.
A pêncan: Her çendî ne di şeva welidînê de; lê belê nêzî şeva welidînê ne, ew “Bûyera Fîlê” ku jî îrhasatê Ehmedî (e.s.w.) in û di sûreyê
اَلَمْ تَرَكَيْفَ
de, bi nassê qet-î hatiye beyankirin ku ji bo xerakirina Ke’beyê, Melîkê Hebeşê yê bi navê Ebrehe hatiye, bi navê Fîlê Mehmûdî, fîlekî gir î qerase ajotiye pêş. Gava hatine nêzî