Hem mîna kahinan, cinniyên ku ji wan re “hatif” tê gotin û şexsê wan nayê dîtin û dengê wan tê bihîstin, gelek caran agahî dane(ragihandine) ku dê Resûlê Ekrem Eleyhisselatu Wesselam were.
Ezcumle, Zeyyab Îbn-ul Xarisî, hatifê cinnî weha qêriyaye, bûne sedemê Îslambûna wî û yên din.
يَا ذَيَابُ يَا ذَيَابُ اِسْمَعِ الْعَجَبَ الْعُجَابَ بُعِثَ مُحَمَّدٌ بِالْكِتَابِ يَدْعُو بِمَكَّةَ فَلاَ يُجَابُ
Dîsan hatifekî cinnî, weha qêriyaye ser Semî’a Ibnî Qerret-il Xetafanî û hinekan jê aniye îmanê:
جَۤاءَ الْحَقُّ فَسَطَعَ وَدُمِّرَ بَاطِلٌ فَانْقَمَعَ
Beşaretên van hatifan û agahdarkirinên wan, pir nav û deng dane û gelek in.
Hem çawan ku kahinan, hatifan, agahî dane; wisan jî (pût) saneman bi xwe jî û qurbanên ku ji saneman re hatine serjêkirin bi xwe jî, agahî li ser rîsaleta Resûlê Ekrem Eleyhisselatu Wesselam dane. Ezcumle:
Ji qisseyên navdar e ku Sanemê qebîleya Mazen, qêriyaye gotiye:
هٰذَا النَّبِىُّ الْمُرْسَلُ جَۤاءَ بِالْحَقِّ الْمُنْزَلِ
û rîsaleta Ehmedî (e.s.w.) ragihandiye.
Hem bûyera ku rê li ber muslumanbûna Ebbas Ibnî Merdas vekiriye weha ye ku sanemekî wî yê bi navê Dimar hebûye. Wî sanemî, rojekê weha deng kiriye: