nubuwwetê dike heye gelo?” Wan jî “Tune.” digot. Peyre hiyama bî-setê dîsa pirsiye; wan gotiye “Heye. Yek, doza nubuwwetê dike.” ... Wî gotiye: “Va ye alem li benda wî ye.” 1
Ya heftan: Ibn-ul Ala yê ku ji alimên binavûdeng ê Nesereyan e, berî bî-setê û berî ku pêxember bibîne agahî daye. Peyre hatiye, Hezretî Pêxember Eleyhisselatu Wesselam dîtiye; gotiye:
وَالَّذِى بَعَثَكَ بِالْحَقِّ لَقَدْ وَجَدْتُ صِفَتَكَ فِى اْلاِنْجِيلِ وَبَشَّرَ بِكَ اِبْنُ الْبَتُولِ
Ango “Min sifeta te, di Încîlê de dît; îman anî. Ibnî Meryem, mizgîn daye ku tu dê werî.” 2
Ya heştan: Necaşiyê Padîşahê Hebeşê ku behsa wî bihurî, gotiye:
لَيْتَ لِى خِدْمَتَهُ بَدَلاً عَنْ هٰذِهِ السَّلْطَنَةِ
Ango “Xwezî bergîdana vê seltenetê, ez xizmetkarê Muhemmedê Erebî Eleyhisselatu Wesselam bûma. Ew xizmetkarî, gelek raserî seltenetê ye.” 3
Niha, piştî van arifên ku bi îlhama rebbanî ji xeybê agahiyan didin, kahinên ku bi navgîniya ruh û cinan ji xeybê agahiyan didin, bi awayekî pir zelal agahî ji hatina Resûlê Ekrem Eleyhisselatu Wesselam û Nubuwweta wî dane. Ew gelek in. Em dê ji wan ên ku nav û deng dane û yên ku ketine hukmê tewatura me’newî û çend hebên ku di dîroka zafî û siyerê de hatine neqilkirin zikir bikin. Em qisseyên wan ên dirêj û gotinên wan, hewaleyî kitêbên siyerê dikin û tenê em dê bi icmalî behs bikin.
Ya yekê: Kahinekî navdar ê bi navê Şiqq e ku yek çavekî wî, yek destekî wî û yek lingekî wî hebûye. Wisan mîna mirovekî nîvçe... Eve bi awayekî qet-î ketiye dîrokan û ketiye dereceya tewatura