Qismê Duduyan: Meqsed ji hiyama berî îrhasatê û berî delîlên nubuwwetê ev e ku: Berî bî-seta Ehmedî, kahinên zemanê fetretê hem hin mirovên ku ji awayekî ve ewliya û arifê billah ên wê hingê bûn, agahî dane ku dê Resûlê Ekrem Eleyhisselam û Wesselam were û wan ev agahiyên xwe neşir kirine, bi helbestên xwe, ev yek ji qernên ayendeyê re hiştine. Ew zaf in; em dê qismek ji wan ên ku navdar û munteşîr in û ehlê siyer û tarîxê ew neqil û qebûl kirine, bînin zimên.
Ezcumle: Melîkekî bi navê Tubba’ yê ji padîşahên Yemenê, wesfên Resûlê Ekrem Eleyhisselam û Wesselam, di kitêbên kevin de dîtiye, îman aniye. Helbesteke xwe ya weha îlan kiriye:
شَهِدْتُ عَلٰى اَحْمَدَ اَنَّهُ رَسُولٌ مِنَ اللّٰهِ بَارِى النَّسَمِ فَلَوْ مُدَّ عُمْرِى اِلٰى عُمْرِهِ لَكُنْتُ وَزِيرًا لَهُ وَابْنَ عَمٍّ
ango “Ez rîsaleta Ehmedî (e.s.w.) qebûl dikim. Eger ez bigihîştima zemanê wî, ez dê jê re bibûma wezîr û pismam.” 1 (Ango, ez dê mîna Elî jê re bibûma hizmetkarekî fedaî.)
Ya duduyan: Quss Îbnî Saîde ku xatibê herî navdar û muhîm ê qewmê ereb û zatekî muwehhîd ê rûşenzamîr e. Ha ev zat jî, rîsaleta Ehmedî, berî bî-seta Nebewî, bi vê şiirê îlan dike:
اَرْسَلَ فِينَۤا اَحْمَدَ خَيْرَ نَبِىٍّ قَدْ بُعِثَ صَلّٰى عَلَيْهِ اللّٰهُ مَا عَجَّ لَهُ رَكْبٌ وَحُثَّ
Ya sisêyan: Ke’b Ibnî Lueyy ku ji ecdada Resûlê Ekrem Eleyhisselam û Wesselam e, weke eserê îlhamê Nubuwweta Ehmedî (e.s.w.) weha îlan kiriye: