A Duyemîn: Em di wê stûbariyê de ne ku di vegotin û belavkirina heqê de bibin peyrewê pêxemberan. Di Qur’ana pîroz de yên “heq” belav kirîn
إِنْ اَجْرِىَ إِلاَّ عَلَى اللّٰهِ اِنْ اَجْرِىَ اِلاَّ عَلَى اللّٰهِ
gotine û diltêrî nîşan dane. Hevoka
اِتَّبِعُوا مَنْ لاَ يَسْئَلُكُمْ اَجْرًا وَهُمْ مُهْتَدُونَ
ya di Sûreta Yasînê de di der barê pirsgirêka me de gelek xwedan wate ye.
A Sêyemîn: Wek di Peyva Yekemîn de hatiye diyarkirin, pêwîst e mirov li ser navê Xwedê bide û li ser navê Wî bistîne. Lê ya rast bi piranî yan yê dide xafil e, li ser navê xwe dide, bi awayekî binve binve minetekê dike; yan jî yê distîne xafil e, spasî û pesna Xwedê ku Nîmetbexşê Rastî ye dide sebebên zahirî û şaşiyê dike.
A Çaremîn: Tewekul, qinyat û aborî gencîneyek û samaneke welê ye ku bi çi tiştî nayête guhertin. Ez naxwazim ji mirovan malî werbigirim û deriyê wê gencîne û wan defîneyên bêpayan dadim. Ez sed hezaran spasiya Rezaqê Zulcelal dikim ku hêj ji zaroktiya min ve ez bê gav nekirime ku bikevime bin minet û ziletê. Ez pala xwe didim kerema Wî û ji dilovaniya Wî dixwazim ku temenê min yê mayî jî li ser wê distûrê derbas bike.
A Pêncemîn: Ev du sal in ku bi gelek îşaret û ceribandinan baweriyeke welê vebir ji bo min çêbûye ku distûra min ya wergirtina diyariyên xelkê, xasma yên dewlemend û karmendan tune. Ez bi hinekan (nexweş) dikevim, ya rast li min dihingêve, bi min nade xwarin. Carînan ji min re dikeve rewşeke ziyankar. Wateya wê ew e ku ji aliyê manayê ve ev fermaneke nestandina malê xelkê ye û qedexeya standina wê ye.
Ez xwedî hişekî komelî me, her gavê nikarim her kesî qebûl bikim. Gava min diyariyên xelkê wergirtin, lazim e ku ez qedrê wan bigirim û di wan demên ku ez naxwazim de bi wan re hevdîtinan pêk bînim.