de yê herî mezin e û digel ummeta xwe wezîfedarê cîhadê ye, Resûlê Ekrem Eleyhisselatu Wesselam e. Dîsan di Incîlê de: “Sahib-ut- Tac” e. 1 Belê unwana “Sahib-ut- Tac” xasê bi Resûlê Ekrem Eleyhisselatu Wesselam ve ye. Tac, emame ango şaşik e. Zemanê berê, di nav milletan de, milletê ku bi giştî şaşik û egalê li serê xwe pêçane, qewmê ereb e. َ
صَاحِبُ التَّاجِ
ku di Incîlê de ye, bi awayekî qet’î tê me’neya “Resûlê Ekrem”.
Hem di Incîlê de
اَلْبَارَقْلِيطْ
an jî
اَلْفَارَقْلِيطْ
ku di tefsîrên Incîlê de bi me’neya “Heq-perestê ku heq û batilê ji hev tefrîq dike” hatiye tefsîrkirin. Ev jî navê wî zatî ye ku dê peyre were û mirovan sewqî heqqiyê bike. 2
Di ciyekî Incîlê de Îsa Eleyhisselam gotiye: “Ez dê biçim da ku reîsê dinyayê were.” 3 Gelo, yekî ku piştî Hezretî Îsa Eleyhisselam bibe reîsê dinyayê û heq û batilê ji hev tefrîq û temyîz bike û li şûna Hezretî Îsa Eleyhisselam mirovan îrşad bike, ji bilî Resûlê Ekrem Eleyhisselatu Wesselam ka kî hatiye? Nexwe Hezretî Îsa Eleyhisselam daîma mizgînî dide ummeta xwe û agahdar dike ku “Yek dê were û dê pêdivî bi min nemîne. Ez muqeddîmeyekî Wî me û mizgînvanekî Wî me. Mîna vê ayeta kerîm: