çiyayên Faranê derdikeve de, di Tewratê de ev ayet heye: “Ala qudsiya, digel wan e û li aliyê wan ê rastê ye.” 1 Bi navê “Qudsiyan” wesf dide. Ango “Sehabiyên wî, weliyên qudsî û salih in.”
Di kitêba Eş’iya Pêxember de, di Babê Çil û Diduyan de, ev ayet heye: “Heq Subhanehu, di axir zeman de, dê qûlê xwe yê berguzîde û îstîfagerdeyê xwe, be’s bike û jê re Ruh-ul Emîn Hezretî Cibrîlî bişîne û dînê xwe yê îlahî, bi wî bide hînkirin û Ew jî, bi awayê ku Ruh-l Emîn ew hîn kiriye, dê bi mirovan bide hînkirin û dê di nav mirovan de bi heqqiyê hukum bike. Ew nûrek e, dê gelan ji tarîtiyê derîne. Tiştê ku Rebbê min, qebl-el wiqû ji min re radigihîne, ez jî, we pê agahdar dikim.” 2
Ha ev ayet, bi awayekî têra xwe vekirî, wesfên Muhemmed Eleyhisselatu Wesselam ku pêxemberê axirê zeman e, dide.
Di Babê Çaran ê kitêba Mîhaîl Pêxember ku bi navê Mîşaîl tê binavkirin de, ev ayet heye: “Di axir zeman de, ummeteke merhûm qaîm dibe û li wê dêrê, ji bo ku ji Heqî re îbadetê bikin, çiyayê mibarek tercîh dikin. Û ji iqlîmî gelek millet dicivin û ji Rebbê Wahid re îbadetê dikin. Ji Wî re şirîkan çê nakin.” 3
Ha ev ayet, bi awayekî zahir(aşkere), çiyayê Erefat ku çiyayê herî mibarek ê dinyayê ye û li wê derê, tekbîr û tesbîhên wan heciyên ku ji her iqlîmî tên û ummeta Muhemmed ku bi navê ummeta merhûm şohret-şîar e, tarîf dike.
Di Babê Heftê û Diduyan ê Zebûrê de, ev ayet heye: “Bila ji behran heta behran malik be û ji çeman, ji meqte’ya/serê erdê heta muntehaya/dawiya wê re bibe malik... û bila jê re, milûkê Yemen û Cezayirê, diyariyan(xelatan) bibe.. û bila padîşah jê re biçin secde û jê re inqiyad bikin.. û bila her weqt jê re selat û her roj jê re bi bereketê dua were kirin.. û bila nûrên wî, ji Medîneyê munewwertir be.. û bila zikrê wî, ebed-ul abad dewam bike.. Navê wî, berî wicûda şemsê mewcûd e. Bila navê Wî, heta ku roj hebe munteşîr bibe.” 4