قَالَ مُوسٰى رَبِّ اِنِّى اَجِدُ فِى التَّوْرَيةِ اُمَّةً هُمْ خَيْرُ اُمَّةٍ اُخْرِجَتْ لِلنَّاسِ يَاْمُرُونَ بِالْمَعْرُوفِ وَيَنْهَوْنَ عَنِ الْمُنْكَرِ وَيُؤْمِنُونَ بِاللّٰهِ فَاجْعَلْهُمْ اُمَّتِى قَالَ تِلْكَ اُمَّةُ مُحَمَّدٍ
Îxtar: Navê Muhemmed, di wan kitêban de, mîna
مُشَفَّحْ
û
اَلْمُنْحَمَنَّا
û
حِمْيَاطَا
bi şiklê navên Suryanî, bi navên Îbranî ku di wateya “Muhemmed” de ne hatiye. 1 Yan na, navê sarîh ê Muhemmed, hindik hebû. Hejmara navên sarîh ên Muhemmed jî, Yahûdiyên hesûd, texrîf kirine.
Ayeta Zebûrê:
يَا دَاوُدُ يَاْتِى بَعْدَكَ نَبِىٌّ يُسَمّٰى اَحْمَدَ وَمُحَمَّدًا صَادِقًا سَيِّدًا اُمَّتُهُ مَرْحُومَةٌ
Hem Ebdullah Ibnî Emr Ibn-ul As ku ji ku Ebadileyê Seb’e ye û di wan kitêbên sabiq de gelek lêkolîn kiriye û Ebdullah Ibnî Selam ku ji alimên navdar ên Yehûd e û serê pêşî ew ketiye Îslamê û ji ellameyên Benî Îsraîl ê navdar ku jê re Ke’b-ul Ehbar tê gotin, di Tewratê de ku wê hingê hîna ew qas zaf xurefî neketibûnê, heman eynî ev ayeta ku dê bê, îlan kiriye û nîşan daye. Parçeyek ji ayetê ev e: Piştî xîtaba bi Mûsa re, bi xîtabî ji pêxemberê ku dê bê re weha dibêje: