Ango “Ez ji Rebê xwe, pêxemberekî ku heqqiyê ji batilan ferq bike dixwazim ku heta ebedê bi we re be.” 345 Fereqlît, di wateya
اَلْفَارِقُ بَيْنَ الْحَقِّ وَالْبَاطِلِ
de, îsmê pêxember ê di wan kitêban de ye.
Ayeta Tewratê:
اِنَّ اللّٰهَ قَالَ ِلاِبْرٰهِيمَ اِنَّ هَاجَرَ تَلِدُ وَيَكُونُ مِنْ وَلَدِهَا مَنْ يَدُهُ فَوْقَ الْجَمِيعِ وَيَدُ الْجَمِيعِ مَبْسُوطَةٌ اِلَيْهِ بِالْخُشُوعِ
Ango “Hacera ku diya Hezretî Îsmaîl e, dê bibe xwediyê ewladekî û dê ji ewladê wê, yekî wisan derkeve ku destê wî weledî, dê raserî hemûyan be û destê hemûyan dê bi xuşû û îtaetê jê re vebe.”348
Ayeteke diduyan a Tewratê:
وَقَالَ يَا مُوسٰى اِنِّى مُقِيمٌ لَهُمْ نَبِيًّا مِنْ بَنِۤى اِخْوَتِهِمْ مِثْلَكَ وَاُجْرِى قَوْلِى فِى فَمِهِ وَالرَّجُلُ الَّذِى لاَ يَقْبَلُ قَوْلَ النَّبِىِّ الَّذِى يَتَكَلَّمُ بِاِسْمِى فَأَنَا اَنْتَقِمُ مِنْهُ
Ango “Ez dê ji Benî Îsmaîl ku birayên Benî Îsraîlan e, yekî mîna te bişînim. Ez, dê gotina xwe bixim devê wî; dê bi wehya min bipeyive. Ez dê ezabê bidim wan ên ku wî qebûl nekin.” 1
Ayeteke sisêyan a Tewratê: