Resûlê Ekrem Eleyhisselatu Wesselam ferman kir: “Haydê biçe herb bike.” Şeybe dibêje: “Ez çûm, min li pêşiya Resûlê Ekrem Eleyhisselatu Wesselam herb kir. Eger wê gavê pederê (bavê) min jî rastî min bihata, min dê lê bida.” 1
Hem roja fetha Mekkeyê, yekî bi navê Fedalê, bi niyeta lêdanê hat ba Resûlê Ekrem Eleyhisselatu Wesselam. Resûlê Ekrem Eleyhisselatu Wesselam, li wî nihêrt û vebişirî û got: “Tu bi nefsa xwe re çi peyiviy?” û ji Fedale re daxwaza mexfîretê kir. Fedale hat îmanê û got ku “Wê gavê li dinyayê, li ber dilê ji wî ezîztir tu kes tunebû.” 2
Bûyera Heftan: -Bi neqla sehîh- di kêliyeke ku Yahûdî, bi niyeta xirab, kevirekî mezin gêndirî ciyê ku Resûlê Ekrem Eleyhisselatu Wesselam li serê rûniştî bûye bikin, Resûlê Ekrem Eleyhisselatu Wesselam, wê deqîqeyê bi hifza îlahî rabûye; ew qesda xirab jî eqîm maye. 3
Weke van heft mîsalan, gelek bûyer hene. Di serî de Îmamê Buxarî û Îmamê Muslîm û eimmeyê hedîs, ji Hezretî Eîşe neqil dikin ku di pey nazilbûna ayeta:
وَاللّٰهُ يَعْصِمُكَ مِنَ النَّاسِ
Resûlê Ekrem Eleyhisselatu Wesselam, carcaran ji zatên ku ew muhefeze dikirin re ferman dikir:
يَۤا اَيُّهَا النَّاسُ انْصَرِفُوا فَقَدْ عَصَمَنِى رَبِّى عَزَّ وَجَلَّ
Ango “Pêdivî bi nobedariyê nîn e; Rebê min, min hifz dike.” 4
Ha, ev Rîsale jî, ji serî heta vê derê nîşan dide ku her cure û her alema vê kaînatê, Resûlê Ekrem Eleyhisselatu Wesselam nas dike û pê re eleqedar e. Di her cûreyê kaînatê de, mucîzeyên wî dixuyên.